Rojnameya Ronahî

Partiya Yekitiya Suryan şehîdên Beyth Nehreynê bi bîr anî

Partiya Yekitiya Suryan şehîdên Meclisa Netewî ya Beyth Nehreyn bi bîr anî. Her wiha tekez kir ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin.
Partiya Yekitiya Suryan bi daxuyaniyekê şehîdên Meclisa Neteweyî ya Beyth Nehreyn bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo axa welat ji zilma terorîstan û dijminên mirovahiyê were paqijkirin û ji bo ku gelê herêmê bi azadî û ewlehî bijî, şehîdan canê xwe feda kir.
Partiya Yekitiya Suryan di daxuyaniya xwe de soza şopandina rêya hemû şehîdan da û tekez kir ku wê têkoşîna xwe berdewam bikin.