Rojnameya Ronahî

Tevî astengiyan jî dev ji wênexêziyê berneda

Şêwekar Ferhad Mistê Hec Mehmûd ji zarokatiya xwe de dest bi şêwekariyê kiriye û ji bo ku bikare vê hunerê pêk bîne, li gelek deveran geriyaye.
Welatiyê bi navê Ferhad Mistê Hec Mehmûd di sala 1970’yan de li bajarê Kobanê hatiye dinê. Wênesaz Ferhad ji ber ku meraqa xwe ji berê ve li şêwekariyê (wênesazî) hebûye, her tim ew wêne çêkiriye.
Şêwekar Ferhad beriya dest bi karê wênexêziyê bike, li akademiyeke li Urdunê beşa telefonan dixwend. Piştre li peymangeha El-Kendî ya bajarê Helebê beşa dînemoyên kehrebeyê dixwîne û bawernameyê ji vê peymangehê werdigre. Ferhad dibêje wî agahî derbarê dîroka wênexêziyê de kom kirin û lêkolîn li ser kirine. Ferhad da zanîn ku divê mirov beriya dest bi karekî bike, dîroka wî karî baş nas bike.
Ferhad da zanîn ku beriya dest bi şêwekariyê bike, ji ber ku rewşa malbata wî ya aborî pirr ne baş bûye bi xwe kar kiriye û di destpêka şêwekariya xwe de tiştên normal çêkirine da ku fêrî şêwekariyê bibe û tabloyên mezin piştre çêkirine.
Ferhad tev lî pêşbirkên li bajarên din bûye û wêneyên balkêş çêkiriye.
Ferhad da zanîn ku di sala 1997`an de di Cejna Newrozê de wêneyên mîna ala kurdan û wêneyên Mazlûm Dogan û Mehsum Korkmaz (Egîd) amade kiriye.
Destpêka ku Ferhad dest bi şêwekariyê kiriye, xwestiye tabloyên Abdullah Ocalan û Ehmedê Xanî, Şêx Seîd û Melayê Cizîrî çêke. Lê ji ber rejîmê nikaribûye navê xwe û dîroka wêneya xwe li ser wêneyê binivîsîne. Lê tevî ku ew qas zehmetî dîtiye dîsa jî dev ji karê xwe bernedaye û karê xwe berdewam kiriye.
Ji ber ku li Kobanê nikaribûne pêşangehekê vekin di sala 1999`an li Helebê Ferhad û 6 hevalên wî yên ji Efrînê pêşangehek vekirine. Heta salekê karê xwe dewam kirine, lê heta sala 2000’î ji ber rewşa aborî û hin sedemên din, dev ji şêwekariyê berdaye.
Di sala 2001`î de ji welat derketiye û berê xwe daye Lubnanê û 2 salan li wir maye û piştre berê xwe daye Hewlêrê. Lê dilê xwe ser şêwekariyê bûye. Vê yekê jî hiştiye ku dîsa vegere Helebê û dest bi şêwekariyê bike û tiştên kevnar çêkirine.
Piştî demekê berê xwe daye başûrê Kurdistanê û piştî ku 3 sal li Hewlêrê derbas kirine, vegeriyaye bajarê xwe û dîsa dest bi karê xwe yê şêwekariyê kiriye.
Ferhad diyar kir ku rejîma Sûriyê ji wî re hin astengî derxistine lê wî dev ji şêwekariyê bernedaye. Ferhad destnîşan kir ku tabloyên wî pirraniya wan têkildarî şer û şoreşê ne û rastiya şerê ku li welat çêbûye, nîşan didin…ANHA