Rojnameya Ronahî

Pêşangeha `Rêbertiya azad wêneyên azad nîşan dide` wê heta 15’ê mehê bidome

Pêşangeha Saziya Çand û Hunerê ya Nuger a ku roja 8’ê cotmehê li Hola Tewar a Silêmaniyê bi dirûşmeya `Rêbertiya azad wêneyên azad nîşan dide` hatî vekirîn li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê berdewam dike. Di pêşangehê de gelek wêneyên Ocalan hene.
Pêşangeha `Rêbertiya azad wêneyên azad nîşan dide` a weneyan ku Saziya Çand û Hunerê ya Nuger organîze dike, li Hola Tewarî ya li Silêmaniyê hate vekirin. Ji bo balê bikişînin ser 20’emîn komploya navneteweyî ya 9’ê Comtehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Baxê Giştî yê Silêmaniyê hate vekirin.
Di pêşangehê de wêneyên Ocalan û gelek şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê tên nîşan dan.
Welatî eleqeyek mezin nîşanî pêşangehê didin.
Biryare ku ev pêşangeh heta 15’ê Cotmehê li navçeyên Silêmaniyê berdewam bike…ROJNEWS