Rojnameya Ronahî

QSD’ê bîlançoya şer a mehekê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê mehekê yê qonaxa Şerê Tunekirina Terorê eşkera kir.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bîlançoya mehekê ya Qonaxa Dawî a Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê eşkera  kir. Li gorî daxuyaniya QSD’ê, bîlançoya şer a mehekê wiha ye:

“Di çarçoveya “Şerê Tunekirina Terorê” yê qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê de ji bo tunekirina DAIŞ’ê li rojhilatê çemê Firatê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi alîkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji 10’ê Îlonê ve berxwedaneke dijwar li dijî terorîstan dide meşandin da ku deverên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de yên weke Hecîn, Sûsê, El-Şehfê û derdora wan ên gundewarên Dêrazorê rizgar bike.

Hêzên me ji 11’ê Îlona borî ve heta niha serkeftinên mezin bi dest xistine û devereke berfireh ji terorîstên DAIŞ’ê rizgar kirin. Her wiha gelek baregehên çeteyan rûxandin û miqdareke mezin ji çek û cebilxaneya çeteyan desteser kir. Her wiha gelek êrîşên xwekuj ku terorîstan xwestin li dijî şervanan pêk bînin, bê bandor kirin.

Bîlançoya şer û pevçûnên di navbera şervanên QSD’ê û terorîstên DAIŞ’ê de di mehekê de wiha ye:

Hêzên me bi terorîstên DAIŞ’ê re rasterast ketin 58 pevçûnan. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî 215 êrîşên ezmanî û 17 êrîşên topavêjan pêk anîn. Hêzên me piştrast kir ku 651 terorîst hatine kuştin û cenazeyên 17 terorîstan ketine destên şervanan û bi rêk û pêk hatine binaxkirin. Her wiha bi dehan cenazeyên terorîstan li nava baxçeyên deverê li ser erdê mane û hêzên me nikaribûn van cenazeyan ji ber mayinên ku terorîstan çandine, hildin. 6 terorîst dîl ketine destê şervanan. Hêzên me 370 nuqteyên nû bi dest xwe ve anîn û karibûn 40 km erd û gundên El-Baxoz, El-Şeclê û Mûzan rizgar bikin.

Di pevçûnan de hêzên me miqdareke zêde çek û cebilxane bi dest xistin:

Hêzên me her wiha hejmareke mezin ji çek û siwareyên DAIŞ’ê rûxandin û gelek embarên cebilxaneyê û baregehên kombûna çeteyan rûxandin.

Di nava çalakiyên şer de, terorîstên DAIŞ’ê xetên pêşketina şervanan, bi siwareyên bombekirî û kesên xwekuj asteng bikin û gelek caran jî deverên ku jê vedikişiyan mayin dikirin. Terorîstan 37 êrîş li dijî baregehên şervanan pêk anîn. 22 êrîş ji wan bi siwareyên bombebarkirî û 6 bi motorsîklêtên bombebarkirî û 7 êrîşên xwekuj bûn. Hêzên me 246 mayinên ku çeteyan çandine bê bandor bikin.

2 JINÊN ÊZIDÎ HATIN RIZGAR KIRIN

Hêzên me bi sedan welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn, ji destên çeteyan rizgar bikin û tavilê di kampan de hatin pêşwazîkirin û alîkariya wan hatiye kirin. Yekîneyên taybet ên girêdayî hêzên me karibûn 2 jinên Êzidî yên Şengalê ku di destê çeteyan de bûn, rizgar bikin. Her du jinên Êzidî ev in: “Zaroka bi navê Înas Reşo ya 12 salî ji bajarokê Xanesorê hatiye revandin û Melko Xidir Kûtê 40 salî ye ku ji gundê Koçer ê Şengalê hatiye revandin.”

Di nava berxwedana mehekê ya şervanên QSD’ê de 37 şervan piştî berxwedaneke leheng û bêhempa derketin asta şehadetê. Her wiha hejmareke din jî birîndar bûn.”