Rêveberiya Kantona Hesekê ekîpa “Şopdarên Rojê” xelat kir.
Navenda “Şopdarên Rojê” ya girêdayî navnenda Ragihandinê ya YPG û YPJ‘ê pêşengeha xwe ya wêneyên li bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê vekir.
Di pêşengehê de, wêneyên ku endamên ragihandina YPJ û YPG‘ê bi kamîreya xwe kişandin hatin pêşkêşkirin.
Li ser keda ku dane, Rêveberiya Kantona Hesekê ekîpa navenda “Şopdarên Rojê” xelat kir.
Şandeya Rêveberiya Kantona Hesekê ku serdana pêşengehê kir spasiya ekîpa pêşengehê kir û xelat kirin.
Endamê navenda Şopdarên Rojê Reşo Kasan jî spasiya rêveberiya kantonê kir û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ragihandina rastiya gelên berxwedêr li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bikin…ANHA