Burhan ERDEM
Li îstasyoneke Brukselê yekî ji min bi Tirkî rê pirsî. Pêşiyê bi tirsekê, weke şokebûyî, bi gavekê paşde çûm. Min hewl da ez jê bi dûr bikevim. Ez sedema tirs û şoka xwe nizanim, lê belkî wî famkiribe. Bi Tirkiyeke xwenede diaxivî. Bi lêborîneke ji dema Osmaniyan mayî got, wî di trênê de bihîstiye ku ez bi Tirkî axivîme, ji ber wê hatiye cem min. Ji bajerekî ji Vlandrenê hatibû û diviyabû bi Metroyê çûbiya nexweşxaneyê. Min wî bir heta rawestgehê û rê bi ber xist.
Di çend deqeyên em bi hev re man de, weke Tirkên li Ewrûpayê dikin, tevnegeriyabû. Gotina wan a pêşiyê ku dipirsin; Turk musun? An jî; nerelîsîn hemşerîm? Ji devê wî mirovî derneketibû ku nebîhistina vê yekê li cem min, jê re bûbû sedema hurmetê. Em wan mirovên han ku di salên `80yî û `90 de gelekî ji wan reviyayî –û gelekî jî ketine destên wan-, polîsên sivîl di cih de nasdikin. Ji polîsbûna wî mirovî jî, ez emîn bûm. Min ji çend hevalên xwe re bahsa vê serpêhatiyê kir. Wan jî ji min re qala yên xwe kir. Bruksel bi endamên tevgera Fethullah Gulen tijî bûye. Çend nasên min ên çepgirên Tirk hene ku vê dawiyê sirgûn bûne. Vana bi hin endamên wan re têkeliyeke li ser dostaniyê jî pêşxistine. Polîsên berê û îşkencexwarên berê, herdû jî li Tirkiyeyê terorîst…
Beriya demekê bû, xwendina nûçeyeke derbarê endameke tevgera Fethullah Gulen de min gelekî xemgîn kiribû. Ayşe Ogretmen a wan jî hebûye. Wê û hevserê wê bi fermanên Erdogan ji kar diavêjin. Ji ber doza derbarê xwe de, mecbûrî koçê dibin. Xwe li çemê Merîçê dixin. Ayşe Ogretmen û du zarokên xwe difetisin. Me kêm hay ji wan çêdibe. Lê bi mexdûrbûneke mezin re rû bi rû ne. Ên xwe gihandine Ewrûpayê jî, ji xwe ditirsin. Vana xwe nêzî Tirkên din nakin. Lewra gelek mirovên wan ên payebilind, ji aliyê ajanên Erdogan û Ergenekoniyan ve hatine revandin.
Ême, em kurd û çepgir ev demeke dirêj e fêrî kirinên dijmirovî yên li hemberî xwe bûne. Lê ev mirov cara yekem e, bûne mexdûr. Cara pêşîne ew hatine girtin, îşkece li wan hatiye kirin, taciz û tecawiz dîtine. Ji gişan jî girantir, cara pêşîn e, ew ketine ser riya sirgûna ji welêt û bûyina pênaber. Yên derketine xwe li gorî yên hatine girtin bi şans dibînin. Lê ewê piştî salan fambikin ku, tu şans û siûda wan tunebûye. Li vêderê ew di binya sifirê de ne. Ew jî weke me kurdên li diasporayê, bi pereyên sosyalê ku dewlet li wan dinêre dest bi jiyana li vêderê dikin. Me kurdan piştî perê sosyalê dest bi karê donerê kir. Lê xuyaye ewê ji me zîrektir bin.