Şaredariya Gel a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Komîteya Jinûveavakirinê kar û xebatên sererastkirina pira Reqayê ya kevn û kolanên bajêr didomîne.
Cîgirê berpirsê projeyê Abdulrehman El-Hesen diyar kir ku ew rojane bi hemû hêza xwe kar dikin da ku pirê sererast bikin.
El-Hesen destnîşan kir ku kar û xebatên wan didomin lê hinek astengî mîna kêmderfet û pêwîstiyên di kar de derdikevin û diyar kir tevî hemû zehmetiyan jî ew ê di demeke nêz de kar û xebatên sererastkirinê bi dawî bikin.
Ji aliyê xwe ve Şaredariya Gel a Reqayê sererastkirina rê û kolanên bajêr didomîne. Hevserokê Navenda Fenî ya Şaredariya Gel a Reqayê Mihemed Bekrî diyar kir ku girîngiya rêya El-Deriya heye, ji ber ku bajarê Reqa û gundewarên rojava bi hev girê dide û tevgera erebeyan li wê derê zêde ye. Ji ber wê wan dest bi sererastkirinê kir. Wê rê bi dirêjiya 2,5 km û firehiya 20 metre were sererastkirin…ANHA