Rojnameya Ronahî

Şehîdên serhildanê hiştin ku berxwedan bi ser bikeve

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê bi daxuyaniyekê salvegera  serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê yên li bakurê Kurdistanê yên ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê  bîr anî û piştrast kir ku helwesta wan hişt ku asta têkoşînê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bilindtir bibe û fikra azad û demokrasiyê belav bibe.

Di 6-7-8’ê Cotemeha  sala 2014’an bi ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê li seranserî bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gel daket qadan serhildan pêk anîn. Di van serhildanan de hêzên faşîst û noker yên dewleta Tirk êrîş birin ser serhildêran û di encamê de ji zêdeyî 50 kes şehîd bûn.

Berxwedana Kobanê 134 rojan bê navber ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve li dijî çeteyên DAIŞ’ê dewam kir û di 26’ê Çileya 2015’an de bajar ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Her wiha heta ku Kobanê rizgar bû rojane bi sedan welatiyên bakur li ser sînorê Kobanê nobeda piştgiriya berxwedanê girtin.

Girêdayî mijarê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê  daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Desteya Karûbarên Derve ya kantona Kobanê Gulê Hesen ve hate xwendin. Her wiha nûner û endamên desteyên Rêveberiya Xweser jî amade bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Terora cîhanî ku nûnertiya wê DAIŞ dike di 15’ê Îlona 2014’an de dest bi êrîşeke mezin li dijî herêma Kobanê kir. Ev êrîşa qirêj têkoşîna azadiyê ya  Kurd armanc dikir û hewl da projeya azadiyê û demokrastiyê têk bibe.

Lê welatiyên her çar parçeyên Kurdistanê bi ruhekî seferberî li hemberî van êrîşan li ber xwe dan. Welatiyên Bakurê Kurdistanê û Anatoliyayê di 7’ê Cotmeha 2014’an de daketin kolanan û êrîşên li dijî Kobanê şermezar kirin. Her wiha dayîkan bi dengekî bilind li ser sînor qîriyan û gotin ku Kobanê ne bi tena xwe ye û ew ti carî dest ji Kobanê bernadin.

Welatiyan bi bedena xwe dîwarekî parastinê li ser sînor ava kirin da ku rê li pêşiya derbasbûna çeteyan a Kobanê bigirin. Di çalakiyên welatiyan de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de gelek ciwan ku beşdarî xwepêşandanên piştgiriya berxwedana Kobanê bibûn ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin.

Berxwedana Kobanê ji giştî cîhanê re piştrast kir ku biratiya gelan ti carî nahê têkşikandin. Em weke welatiyên Kobanê û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê helwesta ku Bakurê Kurdistanê nîşan daye silav dikin û helwesta wan hişt ku çarçoveya berxwedana li dijî terorê were guhertin û asta têkoşînê were bilindkirin.”