Rojnameya Ronahî

Armanca komployê kûrkirina krîza Rojhilata Navîn bû

Meclîsa Kantona Efrînê ya li Şehba’yê bi boneya 20’emîn salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê komplo şermezar kir.

Daxuyaniya Meclîsa Kantona Efrînê bi  zimanên Erebî, Kurdî û Îngilizî hatin xwendin. Bi dehan welatiyên Efrînê yên li kampa Serdemê û  endamên saziyên sivîl û mamoste beşdarî çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîdkirina wî bi tundî hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanc ji komployê ew e ku çareseriya siyasî û demokrasî li herêma Rojhilata Navîn pêk neyê da ku hêzên hegomon dagirkeriya xwe li herêmê berdewam bikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku faşizma Tirkiyê hovîtiya xwe li dijî gelê Kurd didomîne û hewl dide demografiya herêmên Kurdan biguherîne.

Di daxuyaniyê de behsa bexwedana Serdemê ya herêma Efrînê hate kirin û hat diyar kirin ku welatiyên Efrînê wê heta dawî berxwedana xwe bidomînin û wiha hat gotin,”artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê hovîtiya xwe li dijî welatiyên Efrînê bi hemû rêbazên qirêj didomînin û mal û milkên welatiyên Efrînê talan dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bêdengiya civaka navnetewî li hemberî  destdirêjiyên artêşa Tirk û komên çete li dijî herêma Efrînê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî hate şermezar kirin û wiha bi dawî bû: “Em soz didin gelê xwe ku heta  herêma Efrînê rizgar dibe û Rêber Ocalan azad dibe em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin.”