Rojnameya Ronahî

MŞD’ê banga tevlîbûna çalakiyan kir

Meclîsa Şengalê ya Derveyî welat Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û banga tevlîbûna çalakiyan li Kurdistanî û hemû kesan kir.

Meclîsa Şengalê ya Derveyî welat têkildarî salvegera Komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand. MŞD’ê hêzên komploger şermezar kir û banga tevlîbûna çalakiyan li Kurdistanî û hemû kesan kir.

MŞD’ê di daxuyaniyê de ev tişt parve kir;

“Em di serî de komploya li dijî Rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Komploya navnetewî di kesayeta Rêber Apo de li dijî tevgera azadî, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pêk hat. Hêzên navnetewî ji bo ku li Rojhilata Navîn hegemoniya xwe mayînde bikin bi komployekê Rêber Apo dîl girtin.

Civaka Êzidî piştî fermana 73’an bi felsefe û paradîgmaya Rêber Apo dîroka Êzdatiyê ji nû ve nivîsand. Li pêşiya çavên cîhanê xwestin bi destê DAÎŞ’ê civaka Êdizî tune bikin lê ji ber ku Êzdatiyê li ser pradîgmaya Rêber Apo xwe birêxistin kir planên hêzên komploger vale derxistin. Paradîgmaya Rêber Apo hêvîya hemû gelên bindest yên Rojhilata Navîn e.

Li girava Îmralî tecrîdeke dijmirovahiyê li dijî Rêber Apo heye. Ji bo şikandina tecrîdê em bang li tevayî Kurdistanî, gelê Êzidî û dostan dikin ku beşdarî çalakiyan bibin û di salvegera komployê de dakevin qadan. Em bang li CPT û Konseya Ewropa dikin ku erka xwe pêk bînin li dijî tecrîdê bikevin nava tevgerê.”