Rojnameya Ronahî

Li Endonezyayê hêjmara miriyan gihişt nêzî 1700 kes

Li girava Sûlawesî ya Endonezyayê piştî erdheja bi pileya 7.5, tsûnamî çêbibû û hejmara windayan her ku diçe zêde dibe. Heta niha nêzî 1700 kes mirine û li bajarê Palû jî zêdetirî hezar kes winda ne.

Li gorî bîlançoya fermî ya erdhej û tsûnamiya 28’ê Îlonê ya li girava Sûlawesî ya Endonezyayê herî kêm 1649 kes mirin.

Tê texmînkirin ku li bajarê Palû yê nifûsa wê 350 hezar û li peravên rojavayê girava Sûlawesî ye zêdetirî 1000 kes winda ne. Li Palûyê taxên Petobo û Balaroa hilweşiyan û hema bêje ji nexşeyê hatiye jêbirin.

Her ku diçe hêviyên rizgarkirina mirovên zindî tune dibe, heta niha rayedaran xebatên lêgerînê nedane sekinandin. Tîmên rizgarkirinê bi fikar in ku heta niha gelek kes di bin xirbeyan de mabin.

Wezareta Ewlehiyê got ku herêmên herî zêde bandor bûyîn divê veguherînin gorên komî û werin pîroz kirin.

Bi hezaran mirov bajarê Palû diterikînin, nexweşxane tijî bûn û pêdiviyên tedawiyê jî kêm in. Ji ber van sedeman birîndar ji bo bajarên cîran têne şandin.

Netewên Yekbûyî roja Înê daxuyanî da û ragihand ku ji bo xebatên alîkariyê plana 50.5 mîlyar dolar xistine dewrê.