Rojnameya Ronahî

Sadr ji bo hukûmeta nû 6 şert danî

Serokê Tevgera Şîî  Mûqteda El Sadr ji bo hikûmeta nû ya Iraqê 6 şert diyar kir. Sadr daxwaz kir ku Wezareta Parastin, Karê Navxweyî û Ewlehî rasterast girêdayî Serokwezîr bin.

Serokê Tevgera Şîî Sadr Mûqteder el Sadr daxuyanî da û wiha got; “Meqamên ku di bin kontrola dewleta kûr de ne, divê li gorî mekanîzmaya yasa û mentiqê werin rawestandin.”

Şertên ku Sadr ji bo hikûmeta nû dayî diyarkirin wiha ne;

”Divê wezaretên navxweyî û parastin û saziyên ewlehiyê rasterast di bin kontrola Serokwezîr de bin. Wezîr ji zextên partiyên siyasî dûr bikevin û ji aliyê serokwezîr ve werin hilbijartin. Meqamên di asta wezaretê de yên ku beriya niha jî aliyê dewleta kûr ve hatin kontrolkirin li gorî mekanîzmaya yasa û mentiqê werin rawestandin. Divê pêşiya kesên profesyonel û bi qabiliyet were vekirin. Ji bo parastina rûmeta dewletê divê şertên giran bên diyarkirin. Divê hinek meqamên hesas yên bûyê wesîleya reformê, di bin kontrola serokwezîr de be û komîsyonên li parlamentoyê li gorî berjewendiyên gel werin diyarkirin.”

Li Parlamentoya Iraqê sêşema borî Berhem Salih ji bo Serokkomariya Iraqê hatibû hilbijartin Salih Adil Abdulmehdî ji bo avakirina hikumeta nû erkdar kiribû. Divê Abdulmedî di nava 15 rojan de kabîneyê ava bike.