El-Mehbaş diyar kir ku avakirina desteyên Meclisa Rêveber ji bo destpêkirina xebatên Rêveberiya Xweser a ku xizmeta civakê armanc dike.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilhamid El-Mehbaş li ser xebatên meclisa rêveber û desteyên wê axivî.
El-Mehbaş diyar kir ku qonaxa girîng a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, avakirina desteyên girêdayî Meclisa Rêveber û hilbijartina hevserokên wan e da ku dest bi xizmete civakê bikin.
El-Mehbaş wiha dewam kir: “Bi armanca şêwiriyê û danîna projeyek xebatê ji bo qonaxa nû di rojên pêşiya me de em ê civîna yekemîn bi hemû desteyan re li dar bixin.”
El-Mehbaş destnîşan kir ku Meclisa Rêveber; meclisek îdarî û xizmetguzarî ye û wiha dewam kir: “Di rastiyê de Meclisa Rêveber weke desteya rêveber a herî bilind a rêveberiyê tê destgirtin, ji ber wê em girîngî didin her du warên rêveberî û xizmetguzarî.”
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyyê Ebdilhamid El-Mehbaş diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê hertim bi Meclisa Sûriya Demokratîk re di nava têkiliyan de be, da ku hevkariyek di navbera xebatên meclisê û Rêveberiya Xweser de hebe…ANHA