Rojnameya Ronahî

Li Dibistanên Reqayê hejmara xwendekaran zêde dibe

Ji ber xebatên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê hejmara xwendekaran li dibistanên Reqayê zêde dibe.
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo bilindkirin û pêşxistina asta perwerdehiyê xebatan xwe didomîne.
Şêwirmendê perwerdeyê Ehmed El-Hisên diyar kir ku hejmara xwendekaran bi awayekî mezin zêde dibe û da zanîn zêdetirî 27 dibistan bi temamî wêran bûne. El Hisên wiha got, “Ji ber wê me mal kirê kirin û wek dibistan vekirin. Ji ber ku xwendekar nêzî 4 salan ji xwendinê qut bûbûn, me wan dabeşî astên seretayî û amadehî kir û sibe û êvaran dewam dikin. Her wiha hinek dibistan bê pencere û derî ne.”
Ehmed El-Hisên wiha dewam kir: “Kêmasî di kadroyên perwerdehiyê de ji bo asta navîn heye. Ji ber wê me hinek mamosteyên ku hê jî zanîngehên xwe neqedandine erkdar kirin.”
Ji rêveberên dibistana Elî Bin Ebû Talib Yûsif El-Kedro got: “Bi nêzîkbûna vekirina dibistanan me zêdetirî hezar û 400 şagirt ên seretayî û amadehî tomar kir. Hejmar her ku diçe zêde dibe.”…ANHA