Rojnameya Ronahî

HPG’ê li Bazîdê lêda, 11 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 3’yê Cotmehê li Bazîdê wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk rûxandine, di vê çalakiyê de 11 leşker hatine kuştin, 7 jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya HPG’ê hate belavkirin, 4’ê Cotmehê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek hatiye kirin û 2 leşker hatine kuştin. HPG’ê ragihand ku li navçey Elkê ya Wanê jî kolberek ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê de HPG’ê ev agahî parve kir:
WESAYÎTA ZIRXÎ HATE RÛXANDIN
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serktinê ya Şoreşgerî ku li gelemperiya Eyaleta Serhedê hatiye destpêkirin de, 3’yê Cotmehê saet 07:30’î de li dijî artêşa Tir ka dagirker li navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyên hemwext hatine kirin.
Hêzên me girên ewlekariya Qereqola Vedat Ozkaya û Qereqola Alî Beg kirin hedef û çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi xurtî li çeper, kozik û wesayîtên zirxî yên li herdu giran hatin xistin de tankek û wesayîteke zirxî û cîhaza radarê li ser hate rûxandin. Di van çalakiyên hemwext hatin kirin de bi qasî hate zelalkirin 11 leşker hatine kuştin, 7 jî birîndar bûne.
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 4’ê Cotmehê saet 12:30’î li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Xergol ên girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrêg çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku kozik û çeperên dijmin hatin hedefkirin, bi xurtî hatin lêdan û 2 leşker hatin kuştin.