Rojnameya Ronahî

Arîn xeta Zîlan ya fedayî dewam kir

Jina fedayî Arîn Mîrkan di 5’ê Cotemeha sala 2014’an li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiya fedayî pêk anî. 4 sal li ser çalakiya fedayî ya Arînê re derbas bûn.
Di encama çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan ku li Girê Miştenûrê pêk anî de hemû êrîşên dagirkeran û çeteyên DAIŞ’ê hatin şikandin û bû destpêka têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê.
Berxwedana Kobanê bi pêşengiya şervanên YPJ û YPG‘ê li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê mohra xwe li dîrokî da. 5‘ê Cotmeba 2014‘an, li girê Miştenûrê şerekî giran rû da, çeteyên DAIŞ‘ê bi çekên giran û tankan êrîş dikir. Di navbera çeteyan û şervanên YPG/YPJ’ê de şer giran bû. Şervanan li hemberî êrîşa giran bi lehengî bi rojan li ber xwe dan. Girê Miştenûr dikeve bin kontrola çeteyan.
Arîn, bi biryardariyeke mezin êrîş dike û dikeve nava çeteyan, li wir bombeyê bi xwe ve diteqanîne û bi dehan çeteyan dikuje.
Bi çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan helwest û israra şervanên YPG û YPJ‘ê ya xeta berxwedanê û parastina nirxên mirovahiyê xurt bû.
Arîn Mîrkan sala 1992‘yan li gundê Hesê yê navçeya Mabata ya Efrînê ji dayik dibe û sala 2007‘an tev li refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Arîn bi pêvajoya şoreşa Rojava re vedigere Rojava û cihê xwe di nava refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) digire.
Bi boneya salvegera 4‘emîn a çalakiya Arîn Mîrkan, hevala wê Gulan Sason qala çalakiyê û bandora wê li ser jinên Rojava û tevahî Rojhilata Navîn kir. Sason wiha got, “Têkoşer Arîn bi rihê fedayî û welatparêzî dihat naskirin, rihê berpirsyariyê li gel wê xurt bû û bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan bawer bû, bi moraleke mezin li ber xwe dida.”
Gulan Sason anî ziman ku Arîn Mîrkan ji bo şervanan çavkaniya hêzê û moralê be.
Sason behsa kêliyên ku têkoşer çalakiya Arîn Mîrkan li ser girê Meştenûrê kir, da zanîn ku Arîn Mîrkan li eniya pêş şer dikir û wiha dewam kir: “Beriya çend saetan ku hevala me Arîn çalakiya xwe bike, me li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê şer dikir û me hemû hewldanên wan ên derbasbûna navenda bajarê Kobanê şikandin heta ku cebilxaneyên me xilas bûn. Heval Arîn ji min xwest ku biçim ceblixaneyê bînim. Min çend gav avêtin, ji nişkê ve dengê bombeya destan hat. Min texmîn kir ku hevala Arîn şehîd bû. Ez vegeriyam, lê min dît li pêş zinarekî xwe veşartibû û rûyê wê bi ken bû, bi toz bû. Gazî min kir û got derdora xwe kontrol bikin û li guleyên çeteyan baldar bin. Min li pêşiya xwe mêze kir ku hevala me Arîn êrîş şikandiye û gelek çete kuştine.”
Gulan diyar kir ku piştî çend saetan ji wê bûyerê ew ji serê xwe birîndar dibe û ji eniyê diçe da ku xwe derman bike û Arîn berxwedana xwe didomîne, heya ku çalakiyeke fedayî pêk tîne.
Agahiyên çalakiya Arîn Mîrkan zû belav dibin, ev yek hêz û morala şervanên YPJ û YPG‘ê bilind dike. Tevî ku şer derbasî kolanên bajêr dibe bi dehan şervanên mîna Arîn Mîrkan berxwedan dewam kirin û di nava 134 rojan de, roja 26’ê Çileya 2015’an Kobanê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.
Arîn Mîrkan a ku li ser xeta Zîlanê meşiya bi çalakiya xwe xelekeke din li xeta fedayî zêde kir. Fedayî yên weke Avesta Xabûr jî li Efrînê li dijî dagirkeran çalakiyên lehengî pêk anîn…ANHA