Rojnameya Ronahî

Serhildanan nîşan da ku gelê Kurd yek e

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê şehîdên serhildana Kobanê ya 6-7-8’ê Cotmeha 2014’an bi bîr anî. KCK’ê diyar kir van serhildanan li Kobanê dawiya DAÎŞ’ê anîne.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê di salvgera serhildana 6-7-8’ê Cotmeha 2014’an ya ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dest pê kirî daxuyaniyeke nivîskî da.

KCK’ê di daxuyaniyê de got, ‘’2014, 6-7-8’ê Cotmehê salvegera 4’an a serhildana piştgiriya berxwedana Kobanê ye. Em yên ku di van serhildanan de şehîd bûne bi hurmet û minet bi bîr tînin. Vîna wan a berxwedanê li hemû parçeyên Kurdistanê wê bibe sonda serfiraziyê ya jiyana azad û demokratîk. Em ê bêrîkirinên wan teqez bi Kurdistana azad û demokratîk tacîdar bikin.’’

KCK’ê destnîşan kir ku serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê yên piştgiriya  berxwedana Kobanê DAÎŞ ber bi têkçûnê ve biriye.

KCK’ê got, ‘’Van serhildanan li Kobanê dawî li DAÎŞ’ê aniye. Serhildanê 6-7-8’ê Cotmehê nîşan daye ku gelê Kurdistanê li çar parçeyan bi yek hîsê ye. Bi van serhildanan nîşanî hemû cîhanê dane ku Kurd bûne neteweya demokratîk a ku ji bo azadiya xwe li ber xwe didin.’’

GEL HELWESTA XWE NÎŞAN DA

6-7-8’ê Cotmehê li tevahiya Bakurê Kurdistanê ciwan, kal û pîr, jin, zarok, hemû gel daketin meydanê. Bi qêrînan gotine ku berxwedêrên Kobanê ne tenê ne. Li dijî desthilata AKP’ê ku destekê dide DAÎŞ’ê jî hêrsa xwe nîşan dane. Bi taybetî bersiveke xweş dane gotina Tayyîp Erdogan ku gotibû, “Kobanê li ber ketinê ye.” Tayyîp Erdogan li ser hîmê ku Kobanê bikeve dest DAÎŞ’ê hesab kiriye ku têkoşîna azadiya Kurd bi paş ve bibe. Kobanê li ber xwe daye û ev berxwedana gelan hesabên Erdogan têk birine.

Gelê Kurd û ciwanên wê bi rihê serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê ya ji bo desteka berxwedana Kobanê divê tevlî nav têkoşînê bibin. Bi serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê me çawa polîtîkaya çewisandina Tevgera Azadiyê ya AKP’ê ya bi destê DAÎŞ’ê pûç kiribe, bi heman rihî polîtîkayên qirker ên desthilata AKP’ê jî wê were têkşikandin.

Dethilata AKP’ê piştî serhildana 6-7-8’ê Cotmehê bi rengê ku xwe bavêje ber lingê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê tika kiriye ku serhildan raweste. Di wan şertan de ku rewşa bê şer didomî, çalakiyên destekdayina berxwedana Kobanê piştî ku gihaştine aramanca xwe bi dawî bûye.

Desthilata AKP’ê ya ku li ser polîtîkaya qirkirinê rawestiyaye, bi desteka dewletan û NATO’ê her çendî êrîşên xwe bidomîne jî li hember têkoşîna azdiyê ya gelê Kurd wê nikaribe xwe ji têkçûnê bifilîtîne..

Di salvgera 6-7-8’ê Cotmehê de, ev giyanê berxwedanê wê di têkoşîna me de were jiyîn, berxwedana me ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi serfiraziyê were tacîdarkirin, Kurdistana Azad û Tirkiya Demokratîk wê were avakirin.’’