Rojnameya Ronahî

Welatiyên gundan malên xwe amade dikin

Bi hatina zivistanê re şêniyên gundên girêdayî herêma Cizîrê bi hev re dixebitin û xaniyên xwe ji nûve herî dikin.
Xwediyên xaniyên ax yên gundewarên herêma Cizîrê mîna her sal bi nêzîkbûna zivistanê re dest bi herî kirina xaniyên xwe dikin.
Li gorî şêniyên navçeya Til Hemîsê rêjeya xaniyên axî yên navçeya Til Hemîsê û gundewarên wê nêzî ji sedî 85 e. Hemû xanî her sal di destpêka meha Cotmehê de tên herî kirin.
Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Ibrahîm Meter ê ji gundê Naim El-Celad ê got: Welatî her du salan carkeê ji nû ve heriyê lê dikin. Her wiha banê xaniyan salê carekê tê sererastkirin. Meter got: “Ji berê ve şêniyên gund xaniyên xwe herî dikin. Hemû gundî di vê mijarê de alîkariya hev du dikin…ANHA