Di dengdana parlamentoya Iraqê de namzetê YNK’ê Dr. Berhem Salih ji bo Serokkomariya Iraqê hate hilbijartin. Salih di tûra yekem de 165 deng girt û di tûra duyemîn de Jî bi 232 dengan bû Serokkomarê nû yê Iraqê.
242 parlamenter beşdarî dengdanê bûn.
Namzetê PDK’ê Dr. Fûat Huseyînî yê dijî Salih kete pêşbaziyê di tûra duyemîn de tenê 10 deng girt.