Rojnameya Ronahî

Gel bi neçûyîna ser sindoqan bersiv da

Li başûrê Kurdistanê hilbijartina parlamentoyê pêk hat û tevlîbûn pir kêm bû. Ji nivî zêdetir gel neçûn ser sindoqan û ev helwesta gel weke ‘êdî tu hêviyên wan ji partiyên heyî nemaye’ hat xwendin.
Li başûrê Kurdistanê 3 mîlyon û 88 hezar hilbijarên fermî, ji bo parlamentoya ji 111 kursiyan pêk tê, çûn ser sindoqan. Piştî Referanduma Serbixwe ya 25’ê Îlona 2017’an, Artêşa Iraqê, di serî de Kerkuk hin herêmê dagirker kirin û ser vê dagirkeriyê re salek darbas bû. Gel eleqeyek zêde nîşanî hilbijartina salek şûnde pêk hat, neda. Di hilbijartinê de hinek nelirêtî hatin kirin û li hin bajarên mezin jî ji sedî 20 hilbijêr çûn ser sindoqan û deng dan.
Ligel vê yekê jî hin organên weşanê yên nêzî KDP’ê û YNK’ê ragihandin ku ji sedî 57.96 hilbijêr çûne ser sindogan. Sedema neçûna gel a ser sindoqan, bi nêzikatiyên li dijî êrîşên derve yên li ser herêmê tên meşandin nebûna yekitiyê ye. Dîsa ji ber krîza aborî ya tê jiyîn jî gel neçûn ser sindoqan. Gel êdî partiyên heyî weke hêza çareseriyê nabînin. Li bendê ye ku encamên hilbijartinê dinava 72 saetan de bên eşkere kirin, lê ji niha de tê nîqaş kirin ku KDP li pêşe û YNK’e jî li gorî hilbijartinên derbas bûyî dengên xwe bilind kirine û weke partiya duyemîn tê xuyakirin.
Çawa ku dengdayîn di saet 15.00’an de bi dawî bû, partiyan dest bi îtîrazan kirin.
Li aliyekê ji bo hilbijartinê îtîraz tên kirin û li aliyê din jî mereq tê kirin ku wê kîjan partî hikûmetê ava bike, serokê parlamentoyê wê kê be, hikûmeta nû wê têkiliyekê çawa bi rêveberiya Bexdayê re deyne û ji bo krîzên aborî, siyasî û civakî wê çareseriyên çawa ava bike…Erdogan Altan/MA