Rêveberên Partiyên Çep ragihandin ku wê piştgiriya tam bidin çalakiyên protestoyî yên ji aliyê platforma ‘Erdgan Xêr Nehatî’ yên li paytexta Elmaya Berlînê ku li dijî Erdogan ku 28-29’ê Îlonê biçe Elmanyayê bê lidarxistin, bibin.
Cara yekem piştî çend sala wê bi awayekî fermî dewleta Elman Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ya ji bo Elmanyayê pêk bîne pêşwazî bike. Tevî muxalefet û raya giştî ya Elmanya li dijî vê yekê ye jî ,wê Erdogan 28’ê Îlonê roja Înê li Berlînê wê bi xaliya sor bê pêşwazîkirin û roja dinê jî wê li Kolnê jî bi alîgirên xwe re bicive.
Ji bo protestokirina Erdogan ê dîktator tê pênasekirin bi tevlîbûna gelek sazî û dezgehan li bendê ya ku platforma “Xêr Nehatî Erdgaon” “Erdogan Not Welcome” wê dawiya hefteyê li gel tevlîbûna protestoyên bê lidarxistin wê li Koln û Berlînê jî xwepêşandanên navendî lidar bixin.
Rêveberiya Partiya Çep (Dîe Lînke) a yek ji partiyên muxalîf ên welat e jî, biyar da ku wê destekek tam bidin çalakiyên xwepêşandanî yên li dijî Erdogan ku wê li Berlîn û Kolnê bên lidarxistin. Piştî biryara parçiya çep a ku ji bo hemû sazî û dezgehên xwe şandin û şûnde li bendê ye ku hemû endam û hilbijêrên wê bi awayekî girseî tevlî xwepêşandanên navendî bibin.Rêveberiya Partiya Çep a têkildarî biryara dayî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku wê piştgiriyeke tam bidin xebatên platforma ‘Xêr Nehatî Erdogan’.






