Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
in CîHAN
A A
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Hejmara qurbaniyên erdheja wêranker a ku li Venezuelayê di 24’ê Hizêranê de rûda, gihaştiye 2 hezar û 954 kesan. Li herêmên erdhejê hîna xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jib o kesên di bin kavilan de mane berdewam dikin.

Di 24’ê Hezêranê de li Venezuelayê du erdhejên wêranker li pey hev çêbûn, navenda erdhejê jî li wîlayeta Yarakoyê bû herihwa pileya wan gihaşt 7,5 û 7,2 di encamê de erdhejên mezin çêbû û hemû nişgtecihê herêmê hîs kirin.    

Di heman demê de Wezareta Raghandin û Agahdariyê eşkere kir ku hejmara birîbndaran gihaştiye 16 hezar û 592 kesan, lê 16 hezar û 309 kesan malên hatin hilwişandin ji ber erdhejên li pey hev. Ev erdhej yek ji karesatên xwezayî yên herî kujer ên ku welat di dehsalên dawî de dîtiye, pêk hat.

Erdhej bû sedem ku bi hezaran malbat bê mal bimînin

Wezaretê zelal kir ku 190 avahî bi temamî hatine hilwişandin herwiha 856 avah bi giranî xisar dîtine, ev yek bû sedem ku bi hezaran malbat bê mal bimînin herwiha zêdebûna pêwistiyên mirovî li herêmên bandordar.

Rayedaran destnîşan kir ku tîmên lêgerînê û rizgarkirnê karîbû 6 hezar û 462 kesan ji bin kavilan rizgar bikr, herwiha 22 hezar û 445 kesan lênerîna bijîşkî li nexweşxane û navendên tenduristiyê, dîtine.

Wezartê zêde kir ku alîkariya mirovî gihaşt 86 hezar û 794 malbatan, di nava alîkariyan de 9 hezar û 486 ton ji madeyên xwarinê hebû, ligel dabînkirina pêwistiyên sereke ji bo kesên ku bandor bûne, di çarçoveya berdewamiya operasyonên rakirina kavilan û nirxandina xisaretê.

Rayedarên Venezuelayê hewldanên xwe ji bo dîtina windayan û vegerandina xizmetguzariyên bingehîn ji bo deverên ku bandor bûne didomînin, di nava metirsiya berdewamiya bandorên mirovî û aborî ji ber mezinahiya wêraniya ku ji ber karesatê çêbûye.

Operasyon berdewam in

Li gorî ajansa AFP, tîmên rizgarkirinê heya niha operasyonên wan berdewam dikin, herwiha hîn jî cenazeyan ji bin kavilan derdixin. Xizmên kesên ku di bin kavilan de asê mane, di operasyonên rizgarkirinê de alavên giran, weke alavên kolandinê û buldozer bikar anîn.

Susana Graterol, ku 10 cîranên wê hîn jî winda ne, got, “Divê em malbat vê rûpelê ji holê rakin, ew ê karibin wan bi karanîna alavên giran bibînin. Ev vebijarka herî baş e, ji ber ku rojên borî ji bo me pir dijwar û westiyayî bûn.

Li kolanên La Guaira, hejmara tîmên rizgarkirinê yên biyanî ku beşdarî operasyonên lêgerînê dibin hêdî hêdî kêm dibe. Tîmên rizgarkirinê yên ji Dewletên Yekbûyî, Tşîlî û welatên din dest bi amadekariyên derketinê kirine. Li gorî endamên tîman ku bi AFP re peywendî kirine, di nav wan de tîmên ji Daîreya Agirkujiyê ya Wîlayeta Los Angeles, herwiha tîmên ji Florida û Virginia hene. Piştî 72 demjimêran piştî karesatên bi vî rengî, şansê dîtina kesên ku sax mane kêm dibe.

Li gorî Saziya Lêkolînên Jeolojîk a DYA’yê, ev erdheja bi pileya 7,5’an ji sala 1900’an û vir ve ya herî bihêz a li Venezuelayê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.