Rojnameya Ronahî

Camiya Emewî nebû, ya Kolnê heye

Burhan ERDEM

Erdogan tu ne bi xêr hat!` Slogan e. Di van rojan de her tê bihîstin. Cihê vê sloganê kolanên Almanyayê ye. Ev demeke dirêj e nerazîbûnên mezin ên li ser hatina Serokomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan berdewam dikin. Siyaseta Almanyayê wê gotina dîplomasiya sipî ku ji bo dîktatorên Amerîkaya Latîn di serî de, ji bo despotên li herderê cîhanê dihate bikaranîn pejirandine. Di devê wan de ew tarîf heye; “Belê dîktator e, lê dêktatorê me ye!”
Li nava raya giştî ya Ewropayê û bi taybetî, ji ber girêdana xwe ya mezin a bi Tirkiyeyê re, li Almanyayê dîktatorbûna Erdogan bê şik û şiphe ye. Çapemeniya Ewrûpî, wî bi karîkaturên şibandina Hîtler her tîne rojevê. Di nava siyasetmedarên cîhanê de yê jê herî nayê heskirin, belkî piştî Serokdewletê li Qesra Sipî Donald Trump, Serokê li Kulliyeya Qesra Ak Sarayê Recep Tayîp Erdogan e. Ne di rêza yekem de be jî, rêza duwem a rêveberê jê tê nefret kirin, ji wî re ye.
Lê siyaseta qirêj a Yekitiya Ewrûpayê her çiqwasî bi eşkereyî rexne bike jî, di her dema wî ya zahmet de, desteka xwe ya ji Erdogan re kêm nekiriye. Gelek kes vê yekê bi şantaja Erdogan a rêdayina çûna pênaberan a ber bi Ewrûpayê ve girêdidin. An jî, hebûna bazareke mezin a Tirkiyeyê ya ji bo sermayeya Ewrûpî. Di dema astengkirina endametiya Tirkiyeyê ya ji bo Yekitiya Ewrûpayê de jî, hin kesan, bi daxwaza hebûna ola îslamê ya li vê parzemînê ve, rewşa destekdayina rêveberiya AKPê vedigotin.
Lê ji vê yekê wêdetir tiştek dixuye. Ew tişt jî, pêwistiya tunebûna dengeyê ye. Gelekî eşkere ye ku, Tirkiyeya xwe ji fobiya destkeftiyên kurdan rizgarkirî, dikare li rojhilata navîn bibe xwediya dengeyê. Bi vê xwedîtiyê jî, wê karibe bibe hêzeke pêbawer a herêmê. Ji xewna Osmantiyê mezintir, we ji bo ahenga Asya û Ewrûpayê, bibe rastîn kevirê mîhengê. Di pêvajoya çareseriyê de ev dîtin dihate bilêvkirin. Lê pêkhatina vê yekê, dawî li îktidara Tirk dianî. Ya nehate qebûlkirin ev bû. Ewrûpiyên di pêkhatina îktidara Tirkîtiyê de xwedî par in, riya dinê nîşanî AKPyiyan dabûn. Riya dîktatoriyê…
Berê Erdogan li Sûriyeyê bû. Bi xiyala xwe gihandina Heleb û Şamê nevîtiya Osmaniyan dikir. Bi carekê re dostaniya xwe ya bi Esad re, -ku li ser rêlbergirtina destkeftineke muxtemel a Kurdan bû- xira kir. Dest bi xwedîkirina xwedêgiravî muxalifan kir. Bi hest û ramanên xwe yên ji îdeolojiya Îxwan mayî, bi kîsweya nûneriya muslumantiyê rabû heta bakurê Efrîkayê rê da ber xwe. Li dû wî jî ew murîdên ji xwe çûyî…
Di vê demê de piştgiriyerke mezin ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekitiya Ewrûpayê peyda kiribû. Tirkiye weke dewleteke xwediya rêveberiya îslama modere, weke mînak dihate nîşandayîn. Erdogan û şûrekeya xwe, bi vê metihdayinê ji xwe çûbûn. Slogana xwe ya sereke kiribûn limêja li camiya Emewî. Lê nekirin para wî. Heta ev yek bi destê van hêzên piştgiriya wê dikir, hate astengkirin. Niha ev hêz jê re dibêjin; Camiya Emewiyan nebû, lê va ye Camiya Kolnê heye! Lê wê şertên limêja li camiya bajarê kolnê gelek dijwar bin û belayên mezin bîne serê gelan…