Rojnameya Ronahî

Li Girê Spî riyên mayî tên qîrkirin

Şaredariya Gel a Kantona Girê Spî piştî qîrkirina riyên navçeyên girêdayî Girê Spî bi dawî bûn, dest bi qîrkirina riyên sereke û yên nava bajarê Girê Spî kir.
Şaredariya Gel a Kantona Girê Spî ji bo sererastkirina riyên ku zirar dîtine li gorî bernameyek taybet ji bo navçe û gundên girêdayî kantonê di destpêka meha Tebaxê de ketibû nava amadekiriyan. Di nav plansaziya ku şaredariyê daniye de, qîrkirina 26 km riyên kantonê heye. Jê 10 km li navçeya Silûk, 4 km li bajarokê Hemam El-Turkmen, 6 km li navçeya Eyn Îsay, 4 km li bajarê Girê Spî û 2 km riya navbera Kantona Girê Spî û bajarê Reqayê de ne.Her wiha şaredariyê diyar kir ku lêçûna projeyê gihaştiye 210 milyon lîreyên Sûrî. li gorî endamê rêveberiya şaredariyê Mistefa Bozî, şaredariyê xebat bi temamî bi dawî kiriye û riyên ku bibûn cihê gilî û gazincên ajokaran sererast bi temamî sererast bûne.Di dawiyê de Bozî tekez kir şaredariyê dest bi qîrkirina riya sereke ya bajarê Girê Spî kiriye ku wê di rojên pêş de xebatên sererastikirina riyên 6 taxên mayî destpê bike… ANHA