Rojnameya Ronahî

Bi hezaran Qamişlo’yî ji bo Efrînê meşiyan

Meş û çalakiyên welatiyên bakurê Sûriyê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi armanca xwedî derketina berxwedana gelê Efrînê berdewam dikin. Bi vê armancê bi hezaran welatiyên Qamişlo di bin durûşmeya “Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê Efrînê rizgar bikin” meşiyan.

Bi hezaran welatiyên Qamişlo û gundewarên wê ji bo rizgarkirina Efrînê daketin qadan û bi yekdengî gotin “Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê Efrînê rizgar bikin.”
Şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê bi dirûşmeya “Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê Efrîn rizgar bikin” meşeke li dar xistin. Meş ji çerxerêya Sawamî ya taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo destpê kir. Bi hezaran welatî tev li meşê bûn.
Di meşê de wêneyên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, hatin rakirin. Di meşê pankartên bi nivîsa “Yan Efrîn yan Efrîn, bi rihê Berxwedana Serdemê em ê Efrîn rizgar bikin, Na ji guhartina demografyaya Efrînê re” hatin hildan.
Meş li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veguherî mitîngê.
Li vê derê Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Abdûlkerîm Sarûxan axivî û wiha got “Li dijî kiryarên qirejî yên dewleta Tirk a dagirker dewletên navnetewî bedengiya xwe diparezin. Em bêdengiya wan şermezar dikin. Hemû êrîşên hovanê li Efrînê berçavên hemû cîhanê hat kirin. Lê ji bo berjewendiyên xwe dengê xwe nekirin. Ji bo berjewendiyên xwe di Idlibê de hemû cîhan bû xwedî helwest. Ew dagirkeriya ku li Efrînê ber çavên hemû cîhanê hat kirin çima helwest nehat diyar kirin? Siyasetên ku tê kirin ji bo qirkirina gelê Kurd e. Efrîn mifteya çareseriya pisgireka Rojava û Bakûrê Sûriyê ye. Heya Efrîn rizgar nebe tu çareseriyê nikarin pêk bînin. Çalakiyên me êdî wê ji bo azadiya Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgarkirna Efrînê be. Em Efrînê bernadin û heya dawî jî ber xwe bidin.”
Welatiyên ku beşdarî meşê bûn diyar kirin ku ewê heta dawî ji bo rizgar kirina Efrînê têkoşîna xwe bidomînin.
Jina bi navê Selma Mihemed got: “Em kiryarên Erdogan û çeteyên wî li dijî gelê Efrînê bi tundî şermezar dikin. Emê heta dawî li dijî dagirkeriya li Efrînê li ber xwe bidin.”
Endama SYPG’ê Bêrîtan Asya jî wiha got: “Gel bi vê meşê nameyekê ji dîktetor Erdoxan û ji dewletên Navnetewî re dişînê û dibêje “Emê heya dawiyê bi berwxedana Efrînê re bin. Têkoşîna me wê li himberî dagirkeriyê berdewam bike.”
Jina bi navê Nura Osman jî wiha got: “Erdoxan li dijî sivîlên Efrînê kiryarên hovane pêk tîne. Emê ti carî li hember zilmê bêdeng nemînin û tekoşîna xwe xurt bikin.”
Welatiyê bi navê Ebdilkerîm Şiyar jî got: “Efrîn wargeha berwxedanê ye, em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin.”
Mîtîng bi durûşmeyên soza rizgarkirina Efrînê bi dawî bû.