Rojnameya Ronahî

6 leşker hatin kuştin, 2 sîxûr jî hatin cezakirin

Gerîlayên HPG’ê li başûr û bakurê Kurdistanê rêze çalakî kirin. Di van çalakiyan de 6 leşker hatinkuştin, 2 kesên li gel MÎT’ê jî kar dikirin hatin cezakirin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ve hate kirin li devera Lêlîkan a Başûrê Kurdistanê 2 leşker, li Çelê jî 4 leşker hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn. Li navçeya Qilaban a Şirnexê jî 2 kesên ‘Sîxûrê MÎT’ê’ hatin cezakirin.
HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên wan 19’ê Îlonê li Başûrê Kurdistanê, li Sidêkanê, li girê Lêlikan a herêma Bradostê çalakiyek dijî artêşa TC’ê ya dagirker kirin. Di çalakiyê de ku ji du baskan ve kozik û stargehên wan bûne hedef, 2 leşker hatin kuştin.
19’ê Îlonê saet 09.40’î hêzên me li Deştanê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê, li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyek kirin. Di çalakiyê de bi serkeftî derb li kozikê dijmin ket, 4 leşker hatin kuştin û 7 jê birîndar bûn.
DU ‘SÎXÛR’ HATIN
CEZAKIRIN
Kesayetên bi navê Ubeyid Adiyaman û Selman Adiyeman ên ev demeke li gel MÎT’ê kar idkin 17’ê Îlonê saet 11:00’an hêzên me li Kêla Memê ya girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê ceza kirine. Tevî ku ev her du kesayet ji aliyê hêzên me ve bi dehê caran hatibûn hişyarkirin jî, hevkarî li gel MÎT’ê kirine û destê wan di şehîdkirina hevalên me de hene. Ti sûc û kiryarên li dijî gelê me û gerîla bê kirin wê bê bersiv nemîne.”