Rojnameya Ronahî

Îdlib êdî beşeke Tirkiyê ye

Aldar Xelîl destnîşan kir ku avakirina kembera ewlehiyê li derdora Idlibê ku di encama lihevkirina  Tirkiye û Rûsyayê de pêk hatiye, dibe ku wek sînorekî nû di navbera Sûriye û Tirkiyê de be. Xelîl diyar kir ku êdî Idlib bûye beşek ji Tirkiyê û da zanîn ev pêngav temamkirina projeya Erdogan a Sûriyê ye.

Siyasetmedar Aldar Xelîl derbarê pêşketinên dawî yên li Sûriyê û bi taybet di derbarê rewşa Îdlibê de ji ANHA’yê re axivî.

Aldar Xelîl diyar kir ku destwerdana Tirkiyê ya li Sûriyê  hişt mijar bêtir girêkok û aloz bibin û wiha got, “Tirkiye sedema sereke ya dirêjbûna aloziya Sûriyê ye û komên terorîst û çeteyan li seranserî Sûriyê belav dike. Tirkiye sedema sereke ya êş û trajediya gelê Sûriyê ye. Di encama siyaseta Tirkiyê ya ku Erdogan serkêşiya wê dike hişt ku komên çete li herêmên Sûriyê bêne belavkirin û bandora xwe li çarenûsa danûstandinên li Sûriyê û hevsengiya hêzên li Sûriyê ne kir.”

Xelîl aloziya li dora Îdlibê jî nirxand û wiha dewam kir, “Tişta niha herî zêde girîng mijara rewşa Idlibê ye. Aloziya Idlibê piştî gavên ku Erdogan avêtine pêk hat, bi taybet dest ji bajarê Helebê berda û radestî rêjîmê kir û alîkariya rêjîmê kir da ku serweriya xwe li ser Xutaya Şamê ferz bike û rasterast destwerdana Cerablûs û Babê kir. Niha hêzên girêdayî wî, milîs û komên terorîst li Idlibê sedema sereke ye ku hişt Rûsya xwe bispêre wî û beriya wê jî civîna sêalî ya Rûsya, Tirkiye û Îranê li dar xistin da ku vê mijarê zelal bikin. Lê civîna sêalî li gorî daxwaza Tirkiyê û daxwaza Rûsyayê bê encam bû û ji ber vê yekê civîneke dualî di navbera Pûtîn û Erdogan de pêk hat.”

Xelîl destnîşan ki rku civîna di navbera Pûtîn û Erdogan de, civîna parvekirina berjewendiyan û planên mehên pêş de bû û got, “Erdogan di rewşeke dijwar de ye, yan wê dest ji Idlibê wekî Helebê berde û bi vê yekê wê komên girêdayî xwe yên di Sûriyê de winda bike, yan jî wekî Îranê wê israr bike û operasyona Îdlibê rawestîne. Rûsyayê mijar bi baldarî lêkolîn kir û xwest helwesta gelek dewletan nas bike. Piraniya dewletên din jî ji ber gelek sedeman nexwestin mijara Idlibê dijwartir bibe. Sedema sereke gefên Erdogan ji dewletên Ewropayê re, gotiye ;eger Idlib rastî êrîşekê were dê komên terorîst ber bi Ewropa û hin dewletên din ve bişîne. Ji ber van gefên Erdogan metirsiyên van dewletan zêde bûn.”

Aldar Xelîl diyar kir ku bi peymana di navbera Erdogan û Pûtîn de Îdlib buye beşek ji Tirkiyê wiha pê de çû, “Komên terorîst nexwest ji Idlibê derkevin û ji bo şerê di hundirê Idlibê de bi israr bûn. Her wiha ji ber bertekên hêzên navnetewî jî Erdogan Pûtîn razî kir da ku operasyonê dereng bixe û hevpeymanekê ji bo avakirina kembereke ewlehiyê ava bike. Bi vê yekê êdî Idlib bûye beşeke ji Tirkiyê û ev kembera ewlehiyê jî sînorê nû di navbera Sûriye û Tirkiyê de ye. Ev yek temamkirina projeya Erdogan e ku li Cerbalûs û Babê dest pê kir û niha li Efrîn û Idlibê didomîne. Herêmên di bin serweriya Tirkiyê de êdî ne girêdayî Sûriyê ne.”

Aldar Xelîl bandora peymana di navber Tirkiye û Rûsyayê ya Îdlibê li ser Efrînê jî nirxand û ev tişt anî ziman, Ev hevpeyman beriya her tiştî wê derfetê ji komên çete re peyde bike da ku xwe ji nû ve bi rêxistin bikin, wê hin alîgirên xwe derbasî Efrînê bikin û dê bandoreke neyînî li demografyaya Efrînê bike.”

Xelîl  da zanîn ku divê xebatên ji bo rizgarkirina Efrînê bêne zêdekirin û wiha axivî,  “Bêyî rizgarkirina Efrînê ne pêkan e behsa Sûriyeke xwedî serwerî were kirin û ne pêkan e behsa Bakurê Sûriyê yê demokratîk û azad were kirin. Ne pêkan e behsa Rojavaya azad were kirin. Ji bo me mijara rizgarkirina Efrînê stratejîk e û naveroka bingehîn a hemû nîqaş û hevdîtinên me bi hemû aliyên din re ye. Rizgarkirina Efrînê û peydekirina çareseriya aloziya Sûriyê girêdayî hevûdu ne. Qonaxeke dijwar li pêşiya me ye, destwerdan zêde bûne û alozî dijwartir bûne. Ji ber vê yekê Sûriye hê jî di nava aloziyeke dijwar de ye û çareserî hê jî dûr e.”