Rojnameya Ronahî

Êrişî helbestên Ehmedê Xanî kirin

Waliyê Wanê Mûrat Zorlûoglû helbestên Ehmedê Xanî, Ehmed Arîf û gotinên stranan ên Tehsîn Taha û Mihemed Arifê Cizrawî yên li Kolana Hunerê rakir.
Li Wanê bêtehamuliya li hemberî Kurdî zêde dibe. Walî û qaymEqam êrîşî dîrok û nirxên Kurdan dikin.
Navê hemû kolanên bi Kurdî bi navên wekî Turkoglû, Emniyet, Cezaevî, Şeyh Şamîl û Osman Çavûş tê guherandin.
Li Parka Hunerê ya Wanê di dema şaredariya DBP’ê de, walî û emniyetê xwestin li wê derê qereqolekê çêbikin. Lê ji aliyê şaredariya bajarê mezin û ya Îpekyolû ev der bû parka bajêr.
Piştî ku şaredarî hatin xespkirin, waliyê Wanê Mûrat Zorlûoglû ferman ji qaymeqaman re şand da ku bi nivîsên îddîaya ku ‘propagandaya rêxistinê dike’ werin rakirin.
Qaymeqamê Îpekyolûyê Cemîl Ozturk banka ku helbest û gotinên Ehmedê Xanî, Ehmed Arîf, Tehsîn Taha, Mihemed Arif Cizrawî, Yilmaz Guney û Ehmed Kaya li ser wan hebû, rakir.