Ezîz KOYLUOGLU
Gelek pêşketin û bûyer di vê demê de hatin jiyîn. Rûs, Îranî û Tirk li Tehranê hatin cem hev û xuya bû ku nakokiyên wan zêdebûne. Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo dagirkeriya terora DAIŞ bidawî bikin, Hemleya Bagera Cizîrê piştî demekî didomînin. Lê ser Idlibê bazar hêj didome. Îran li sê beşê Kurdistan, li Sinê êrîşê gerîlayên PJAK kir, li Koyê êrîşî PDK-Î kir û li Qamişlo êrîşî hêzên ewlehiya hundir kir. Êrîşên hemwext yên Îranê pîştî civîna Tehranê çêbûn. Di rastî de siyasetên dewletên dagirker di gelek mijaran de bi nakokbin jî, dema mijar tê gelê Kurd, dibin yek. Lê rewşa kurdan li beramberî van siyasetên dagirkeran, li gor berjewendiyên xwe yên partîtî ye. Ev siyaset jî Kurdan li hemberî êrîşan bê parastin dihêle.
Civîna Tehran ya dinavbera dewletên li ser Sûriyê dagirkerin, bi nakokiyan be jî pêk hat. Di weşana zindî de nîqaşên hatin kirin wek nezanbûn hate destnîşan kirin jî, lê Erdogan bi zanebûn ew axaftina kir ku, ji Dewletê Yekbûyî Emerîka û ji Ewropiyan re bêje di mijara Idlibê de ez û we wekhev difikirin. Ev mesaj pirr bi zanebûn hate dayîn. Helwesta Pûtîn li hemberî axaftina Erdogan jî balkêş bû û dewleta Tirk wek nûnerê DAIŞ û Cephet El Nusra bi nav kir. Li ser Sûriyê planê dewletan hatibin guhertin jî, lê her dewlet dixwaze li gorî wan Sûriyekî bê bi rêxistinkirin. Bi taybet Rûs, Tirk û Îran li ser vê mijarê di civînan de bên cemhev jî, lê her yek dixwaze projeya xwe biserbixe.
Stratejiya Rûs, Îran û rejîma Sûriyê dem qezenç kirin û hemû dijberê xwe ji holê rakirine. Hevdîtinên di çarçova Astana û Cenevê de bi vê armancê bikartîne. Di feraseta wan dewletan de gotina muzakere wek neçarî tê ziman. Rewşa me li başûrê Sûriyê dît jî heman tişt bû. Rejîma Sûriyê û Rûs dema dibêjin em lihev bikin, di pratik de dibêjin werin teslîm bibin. Heta niha di siyaseta wan dewletan de guhertinek tineye ku muzakereyan bikin, guhetina sîstema dewleta Sûriyê wek pêwîstî qebûl bikin. Ger hin diyalog hebin jî ew jî bi armanca jinavbirinê û teslîm girtine ye.
Dewleta Tirk ya li ser navê komên çeteyan bi Rûs û Îran re ketiye nava hevdîtinan jî, niha bi du rêyan re rû bi rû ye. Yan wê li Idlibê bikeve nava şerekî û wê piştgiriya komên çetayan bike, yan jî wê li dijî çetayan li gel Rûs û Îran cih bigre. Lê niha tişta tê xuya kirin, dewleta Tirk bi çekdayîn û derbaskirina hezaran leşker û bi sedan çekên giran li Idlibê xwe ji bo şerekî demdirêj amade dike. Ji bo vî şerî dewleta Tirk ji Dewletên Yekbûyî Emerîka û Yekîtiya Ewropa alîkarî xwest. Di daxuyaniyên dawî yên Emerîka û dewletên Ewropî de xuya bû wê di mijara Idlibê dê alîkarî bidin dewleta Tirk. Dewleta Tirk jî bi ceserata alîkariya Emerîka û Ewropa him hêzên xwe li herêmê zêde dike, him jî alikariya ku dide komên çeta zêde kir.
Şerê dewletan wê çêbibe yan na wê li Idlibê diyar bibe.
Gelek kes dipirsin gelo çima Idlib girînge û hemû hêzên cîhanî neçar dibînin ku liser daxuyaniyan bidin. Yek sedem ew e ku di şerande kî biserbikeve yê din neçar dike her tiştê xwe pê bide qebûl kirin. Ger rejîma Sûriyê û hevkarên wê Idlibê jî bikin bin desthilatiya xwe wê demê komên dibêjin em opozîsyona Sûriyê ne tu wateya wan namîne. Ji aliyekî din ve ti pêwîstiya rejîma Sûriyê û hevkarên wê merciyekî navdewletî wek Cenev û Astana namîne. Ger ev civîn dewam bikin jî wê rejîma Sûriyê û hevakarên wê bi kêre muzakereyan bikin, ev kesên ji xwe re dibêjin em opozîsyon in wê li ser çi muzakereyan bikin. Ji bo wê him dewleta Tirk him jî hêzên li ser Sûriyê siyasetê dikin wek DYE û dewletên Ewropî Idlib wek noqteya herî dawî ya siyaseta xwe ya li ser opozîsyona Sûriyê dibînin. Mijara rojev kirina bikaranîna çekên kîmyewî, kesên sivîl yên li Idlibê dijîn, ji bo vê têkirin. Ger bi rastî ji bo DYE û dewletên Ewropî gelên sivîlbûna, dema bi sedhezaran sivîl li Efrîn dibin bomberanê de bûn, bi sedan hatin kuştin û çekên kîmyewî hate bikaranîn wê li hemberî dewleta Tirk ya dagirker têketena nava tevgerê.
Wê Idlib bibe bingeha şerek mezin, lê wê bibe şerên dewletan an na em ê bibînin.






