Idrîs HENAN
Ev bû demeke gengeşeya aloziya Sûriyê derbasî bakur rojavayê wê Idlib bûye. Li Idlibê du salin zêdetir çeteyên ji tevahî bejahiya Sûriyeyê kom bûne. Hemû çete jî bi itîfaqa sêgoşeya Astana Rûsya, Îran û Tirkiyeyê li Idlibê çarenûs û îradeya xwe radestî van hêzan kirine. Tekez ta beriya Deraa û Quneytirayê rewşa itîfaqa hêzan û hevsengiya li ser axa Sûriyê naşibe rewşa piştî radestkirina van herdu deveran. Di oxira teslîmgirtina çeteyên girêdayî dewleta Tirk li wan herêman, Rûsyayê bi erêkirina Îran û rejîma Baasê re bejahiya ji Cerablus heyanî Efrîn û beşek ji parêzgeha Idlibê radestî Tirkiyeyê kirin. Armancên wan jî wê çaxê cudayî yên îro bûn. Dewleta Tirk a ku dikarîbû heya demek dirêj sûdê ji nakokiyên hêzên hegemon bigire, îro dor lê hatiye şidandin û rûpîvana ku têde tevger dikir lê teng bûye. Êdî yekser jê tê xwestin aliyê xwe diyar bike.
Li dora Idlibê gelek siyasetên navneteweyî û yên herêmî dicivin. Tirkiyê weke her carê, cihê ku dixwaze dagir bike weke xeterî li ser ewlekariya xwe ya hundirîn nîşan dide û bi vê rêbaza xwe ya klasîk axa welatên dîtir dagir dike. Lê di nava siyaseta serdest de tiştek bi navê berjewendiya kakil heye. Qişûrên nola Tirkiyê û Îran pêwîste di oxira pêkanîna van berjewendiyan de erkên jê tên xwestin pêk bînin. Derveyî îradeya hegemoniya global lebitandin, tê maneya ji rêzêderketin û ji her cureyên kirîz û aloziyan re vekirina deriyan. Ango kirîza aborî ya ku niha herdu dagirkerên Îran û Tirkiyê dijîn, encama vê tevgera wan a derveyî vîna patronan e. Hem hişyarî û guhbadan e. Niha jî herdu welatên mêtinger buhaya siyasetên xwe yên dermirovî didin.
Aliyên herêmî yên behsa mijarê haya xwe ji pozisyona wan a kirêt çêbûye. Lê çirava ku ketinê de, ewqasî ne hêsane ku wisa zû zû xwe jê derînin. Tekane riya xilasiya wan itîfaqa bi gelan re ye. Hişmendiya ku pala xwe didinê jî li ser esasê tunekirina gelan e. Ji ber vê yekê perjewendiya desthilatdariya wan bi îradeya gelan re nola du xetên çîmanê lê hatiye ku ti carî nagînin hev û din.
Ger em pratîk, liv û tevgera li dora Idlibê temaşe bikin, wê baş bê dîtin ku hîna “Hirmî nekemîliye”. Ji ber vê jî asta daxuyaniyên rayedaran bilind bûye. Her aliyek li gorî berjewendiya xwe qîr dike. Li Idlibê danaheva çetetî û terora dewleta Tirk a bi salan li Sûriyê kiriye, kom bûye. Dunya jî vê yekê baş dizane û bi zanebûn ew di wir de komî ser hev kirine. Tirkiyê dibîne ku hinek kartên mîna ( êrişa ser Heleb, Hema) di dest wê de ne. Kartên wê ji bo parastina çeteyên li Idlibê çiqas bi bandor in? Eger bi bandor bin, gelo wê ji bo parastina çeteyên li Idlibê bi kar bîne yan na? pirsên rewa ne. Lê dîrok diyar dike ku faşîzma Tirk tenê di mijara Kurd de lawaz dibe û tawîzan dide. Ango di oxira tesbîtkirina dagirkeriya li ser Efrînê dikare dawiya dawî de Idlibê jî bifiroşe. Polîtîkaya bi rêbazên guherîna demografîk û qirkirina çandî ya rojane di hundirê Efrînê de dimeşîne, nîşaneyên amadekariyên bi vî rengî ne. Gelo ev rewş wê heya kengî li gorî dilê faşîzma Tirkiyê biçe?. Bawerim hêza ti aliyekî nîne ku wêrekiya bersivê bavêje ser milên xwe. Tenê îradeya gelan bi awayekî ji xwe bawer dikare bersivên guncaw, di zeman û mekanên guncaw de bide.






