Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xakurk

15/09/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Xakurk
Share on FacebookShare on Twitter

Binevş SARYA

Xakurk herêmeke Başûrê Kurdistanê ye. Lê heman demê, li gorî Hevpeymana Lozanê ya parçekirina Kurdistanê, ev herêm dibe sînorê 3 parçeyên Kurdistanê. Beşeka wê dikeve Rojhlatê Kurdistanê, beşek dikeve herêma Şemzîna ya li ser Bakurê Kurdistanê, beşa herî mezin jî dikeve Başûr-Behidîna. Xakurk navê xwe ji xaka kur girtiye. Berî tevgera PKK’ê gelek tevger û dewlet-neteweyan li ser vê xakê şer kirine. Dema mirov dikeve dol, newal, deşt û çiyayên Xakurkê mirov rastî gelek şopên jiyana gundan tê. Li gelek deverên wê gundewarên kevin ku gelek ji wan di dema şerê Îran û Iraqê de hilweşiyane û hin ji wan jî, ji ber ku ji zû ve mirovan jê koç kiriye û bêxwedî mane, hilweşiyane. Yek ji wan gundên di dema şer de hatîn valakirin gundê Cinetê ye. Ev gund dikeve qûntara çiyayê Şekîf. Şekîf yek ji çiyayên bilind yên Xakurkê ye. Jixwe deşt û newalên vê herêmê di nava 3 çiyayên bilin de cih digirin. Hin çiyayên li milê Bakur bi navê Karker û Evdal Kovî tên nasîn. Çiyayê herî bilind yê vê herêmê Evdal Kovî ye. Ji ber ku çiyayekî asê, ewle û bilind e pezkovî xwe lê digirin û dibe parêzgeha teba û zindiyan. Dema tu derdikevî serê vî çiyayî, ji ber bilindbûna wî tu hest dikî ku oksîjen kêm e. Li vê herêmê gelek deverên asê hene. Lê ne Evdal Kovî tenê, li kêleka wî, Karker jî bi asêbûn û bedewiya deşta Ermûş û gundê Cinetê xemla wî temam dike. Li gorî gotina niştecihên Xakurkê, rojekê nêçîrvanekî bi navê Evdal ji bo nêçîra pezkoviyan diçe vî çiyayî. Dema li heywanê dixe heywan birîndar dibe û li ber xwe dide. Dema Evdal dixwaze bigire, wê kêliyê bizina kovî bi qoçên xwe nêçîrvan di latê de diavêje xwarê û li wir dimire. Evdalê nêçîrvan bi nêçîr û jîrbûna xwe tê nasîn. Ji ber wê navê wî li ser vî çiyayî dimîne. Piştî wê bûyerê navê vî çiyayî dibe Evdalê Koviyan. Bi demê re dibe Evdal Kovî. Çiyayê karker ku xwedî latên asê û avekî sar e, ew jî li tenişta çiyayê Evdal Kovî li milê Şemzîna û pêşberî çiyayê Şekîf e. Di navbera her du çiyayan de jî gundê Cinetê, geliyê Azadî yan jî bi navê din dola Şehîd Bêrîtan û gundê PKK’ê hene. Jixwe ev herêm gav bi gav bi bedewiya xwe di dilê mirovan de buhiştan dide avakirin. Lê di nava van bedewiyan tevan de gundê Cinetê ku weke navê xwe xweş e, rengê keskesorê û bedewiyê diherkîne nava kûrayiya dilê mirovan.
Dema mirov dikeve vî gundî êdî naxwaze jê derkeve. Li milê rastê beşek ji çemê Lolanê diherike, li milê çepê ava kaniya sar ya ji nava kevir derdikeve, xwe ber bi dola Lolanê ve berdide. Li aliyekî bedewiya çiyayê Şekîf, li aliyê din bedewiya Karker, mirov ber bi rêwîtiyeke bi bêhna sosin, Nêrgiz, Beybûn û tevayiya bedewiyên li ser rûyê xakê ve dibe. Bêguman jiyana li vê herêmê ne hêsan e. Lê eger jiyaneke mirovan hebe bila ew jî li şûnwarekî wisa be. Jiyana li gundê Cinetê hebûna buhişta li ser ruyê erdê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.