Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Serî Zavano

15/09/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Narînê/Bîkanê
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan ŞÎNDA

Serî zavano wey lo birayê mino serî zavano
Te şaşi girano wey lo kekê mino serî zavano
Heftiya bûrî me qala bîkê kir û me jêre strana ‘Narînê’ got. Îro ji emê behsa zava û strana ‘serî zavano’ bikin. Di nava civaka Kurd de ‘zava bîn’ hîmekî pirr girînge. Ji ber kû civaka Kurd civakek ‘nêre’, ji ber wê ji kur kirin zava ji bo wan gelik girînge. Dema kurekî malbatekê çêdibe û fêm dibe, heya wî kurî nekin zava û bi jin nekin, dilê wan rihet nabe. Weke benîştê di devê wan de, her tim dabaşa jin kirina wî kurî datînin. Dema keçikekê ji kurê xwe re dixwazin ji, malbata herî şad û dil xweş ji ewin. Her çend keçek û kurek bi hevre dizewicin ji, lêbelê me got, ji ber kû civaka Kurd civakek nêre, hîmê dawetê yê serete ‘zava’ ye! Mixabin ‘bûk’ di rêza dûyem de ye! Dema amadekariyên dawetê ji tên kirin, ji xeynî cihazê bûkê, her tişt li gor vê dihat kirin û tê kirin. Dema haziriya dawetê dikin, ji beriya wê rojekê li ser navê mala zavê pîresar/porispî diçe mala bîkê. Seva hinê dikin. Roja paştir ji bûkê tînin. Zava ji di vê navberê de amadekariyên xwe dike. Li hinek derên Kurdistanê yek, li hinek herêman ji du birazava hene. Birazava, ji despêka dawetê heya roja piştî dawetê, her tim bi zavê re ne û berpirsiyarê wî nin. Ya rast li hinek herêmên Kurdistanê berê birazavatî weke li xwe navdanekê ji bûye. Hemî kesê nedikarî birazavatiyê bikin, ji ber kû birazava xwarina dawetê ji çêdikirin û mesref dikirin. Birazava roja bûkê bînin, zavê dibin berber, ser û rihê wî çêdikin û dibin serşowê. Dema zava ji serşowê derdikeve, bere cilkê xwe werdigire û bere ji hevalên û mirovên wî, li ser wî strana ‘serî zavano’ dibêjin. Bere ji li ber zavê direqisin. Roja bûkê tînin û dibe şev, hijêkiriyek yê malbata zavê wî dibin li cem xwe şîvê û wê şevê hevalên zavê û xwestiyên dawetê diçin civata zava û birazava û ji xwe re keyf û henegan dikin, lîstokan dilîzin.
Weke strana narînê, strana serî zavano ji him dirêj e, him ji bi çend miqaman tê gotin. Bi miqamê sêgavî, bi miqamê giranî, bi miqamê hilavêtin, hwd. Lê bi miqamê giranî li ser zavê dibêjin. Dema bi miqamê giranî tê gotin, du al bi hevre dibêjin. Aliyek dibêje û aliyê din ji li wan dizivirîne. Him strana narînê him ji ya serî zavano jin û mêr bi never dibêjin. Qalibê stranê bi piranî ji sê rêzan pêk tê. Hinek ferde ji du rêzan pêk tên. Her rêz du caran tê dubare kirin. Navê zavê ji her tim di stranê de tê gotin.
……….
Mezinê heft birano wey kekê mino mezinê heft birano
Vê carê raste wey lo birayê mino vê carê raste
Berxiga şîr kire maste wey ya te di got me ji te re xweste
Li hewşê sekinî wey lo birayê mino li hewşê sekinî
Beval bi mila raçinî wey serê te tu birayê minî
De du bira ne wey kekê mino te du bira ne
Herdû wek du şêrane wey xelatê dawetê dane
Ne bêje nîne wey lo birayê mino ne bêje nîne
Tejî cerî zêr û mecîdîne wey xelatê dawetê bîne
………
Berê dema zilamek di heyfê de bimira li ser ‘serî zavano’ digotin. Lê mixabin îro heroj keç xortên di heyfê de cangorî ne. Ji bo cangoriyan narînê û serî zavano!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.