Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê 3 şivan revandin.
Çeteyên Cebha El Şamiyê ku ser bi artêşa Tirk a dagirker ve ye, li navçeya Şêrawa ya Efrînê 3 şivan revandin.
Li gorî agahiyan, çeteyan her sê şivanên revandî birine zindana Basûtê ku di nava gel de bi navê zindana Qelea tê naskirin û êşkenceyên giran lê tên kirin.
Navê şivanên hatine revandin wiha ne: Kawa Adil Hec Ewaş, Ebdo Husên Husên, Mazlûm Ebdo Hemo.