Sunday, May 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Him rica dike him jî gefan dixwe

14/09/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Him rica  dike him jî gefan dixwe
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed SEYDÎ

Hêdi bimeşî wê bela bighê, zû jî bimeşî wê tû bighêjî belayê. Ev yeke jî li ser welatên Ewrûpa yên çavên xwe ji teroroa dewleta Tirk re digrin û wekî hêştirmeya ku serê xwe dixe bin axê û çi li bedena wê were naxwaze bibîne tevî ku pê zane û haya wê jê heye. her di hundirê xwe de nava tirs û xofê de ye ku dewleta Tirk rê veke û bi hezaran çeteyên ku xwedî kirine ber bi warê wan de bişîne.
Li aliyekî din jî dewlet Tirk gelek hemwelatiyên Ewrûpa û Rojava, di sêrî de jî Keşeyê Emerîkî Bronson her wiha herî dawî jî rojnamegerê Ewusturyayî Max Dîl girt.vê dîlgirtinê jî yek ji amûrên Şantajê li dijî van welatan bikar tîne û li hemberî serbest berdana wan tawîzan dixwaze..
ev heft salin li Sûriyê alozî heye û bi hezaran çete bi agahiya hemû welatan di ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê hatin kirin û wekî dîkên li meydanan ku şerê hevdikin û bûn tamaşevan. Dewleta Tirk kom avadikirin û çeteyên Radîkal ji gelek deverên cihanê anîn, perwerde kirin û derbasî Sûriyê kirin. Hin caran jî pere ji Ewrûpa distandin û fînanseya çeteyan pêk dianî. lê wekî yê ku hirç di paşola xwe de xwedî bike niha lê hatiye. Hema hema pere di bin navê desteka ji bo koçberan dişandin Tirkiyê û dewleta Tirk jî dema ku pere ji çeteyên wê re pêwîst dibin gefa win pere nedin ezê deriyê koçberan vekim û wê werin ber bi we ve li wan dixwe..
Çiqas dirêj jî kir lê êdî dema wê hatiye. Rêjîm û hevalbendên wê Îran û Rûsiya ji bo operasyona Idlibê zextê dikin û dewleta Tirk ketiye rewşeke zehmet ji ber ku wê dawiya çeteyên dewleta Tirk were.. Destpêkirin operasyonê dibe dawiya Tirkiyê û têkçûyîna wê ya hîn mezintir. Ji ber wê şaş maye û wek yê li ber sekaretê be diperbite. Li ber Rûsiya digere ku berê xwe nede Çeteyên wî, ji Hêzên Rojavayî rica dike ku pêşiyê li Esed bigrin û di heman demê de gefan dixwe ku wê derî li pêşiya koçberan û koçberiyê veke. Lê piştî wê jî dibêje em ê derî li pêşiya wan vekin û îhtîmala ku terorest jî di nava wan re derbas bibin heye. Bi vî rengî eşeke gefan li wan dixwe.
Di vir de em dikevin nava pirseke wiha, gelo Hêzên Ewrûpa bi rastî jî dixwazin çeteyên DAIŞ û bi dehan komên ku bi destê dewleta Tirk hatine avakirin tûne bibin?
Sibê salvegera Êrişa çeteyên DAIŞ a li ser Kobanê ye ku bi vê êrişê xwestin li vir hemû pîlanên xwe pêk bînin lê qehremaniya Şervanên YPG’ê û YPJ’ê û ciwanên kurd pêşî li dewleta Tirk û xeteriya ku bi çeteyan li ser hemû Cîhanê avakiribû hat têkbirin..
Heman şervanên ku heta bi Dêrazorê niha şerê van çeteyan dikin.dewlet Tirk xwe li vê têkçûna DAIŞ negirt û êriş bir ser Efrîn û dîsa deverên ku dagirkirin kir hêlîna Çeteyên ji gelek deveran û xeterî dîsa li ser mirovahiyê çêbû. Li vir êdî kî wê Cîhanê ji Terorê û gefên dewleta Tirk yên bi Terorîstan li her derê dixwe xilas bike ger ne hêzên ku DAIŞ têk birin be.
Ji ber vê yekê yên ku dawiyê li van gefên dewleta Tirk bîne jî wê hêzên ku çeteyên wê têk birin bin. Ji bo vê jî divê ew hêz werin destek kirin ne ku li hemberî wan qedexe û êriş werin kirin..

Post Views: 39
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê
JIN

Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê

11/05/2025
Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû
CIVAK Û JIYAN

Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû

11/05/2025
PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ
HAJMARA PDF

PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.