Rojnameya Ronahî

Jana dîrokî; Bêbextî

Mihemed ŞAHÎN

Sedema hêrs, kerb û xezeba wan neserketina bêbextiya wan e.

Têkiliya Civaka Kurd û ya Tirk di sala 1071’an de bi tifaqa şerê Melezgirê dest pêdike. Ji wê rojê virve bi hezaran caran civaka Kurd bi bêbextiyên rêveberên Tirk re rûbirû mane. Di vir de yek bi yek rêzkirina hemûyan ne pêkane. Lê piştî çend mînakan ez bawer dikim wê mantiqa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan, cezakirina siyasetmedarên Kurd û êrîşên bê pîvanên ku li çarhêlên welat li ser civaka Kurd berdewam dikin  bêfêmkirin.

Sal 1837,

Di serhildana Mîr Mihemedê Rewendizî de dewleta Osmanî demeke dirêj hemû hêza xwe di şerde diceribîne lê biser nakeve. Dewleta Osmanî li ser soza ku wê pirsgirêka Kurd bi rêbaza aştiyane pêre nîqaş û çareser bike Mîr Mihemed vedixwîne Stenbolê. Mîr Mihemed baweriya xwe bi soz û bexta Osmaniyan tîne û berê xwe dide Stenbolê. Nezikê şeş mehan di bin navê mêvandariyê de wî li Stenbolê dîl digrin. Di wan şeş mehan de bi propogandayên xwe yên kirêt hêz û rêxistinbûna wî ya li Kurdistanê belav dikin. Piştî şeş mehan qaşo destûr didin Mîr Mihemed vegere Kurdistanê, lê nahêlin bigihîje Kurdistanê. Bi destê çeteyên xwe wî di rê de qetil dikin.

Sal 1855,

Di serhildana Ezdînşêrê birarziyê Bedirxan Beg de careke din dewleta Osmanî di şer de hemû hêz û rêbazên xwe yên kirêt diceribîne lê bi sernakeve. Dewleta Osmaniya dibîne ku di şerde nekare Kurdan têk bibe bi ser Konsolosê Îngilîz yê Mûsilê Rîsam re xwe digihîne Êzdînşêr. Dewleta Osmanî bi devê konsolosê Îngilîz soz û bext dide Êzdînşêr ku were Stenbolê dê pirsgirêka Kurd bi awayeke aştiyane û li gorî daxwaza dilê Êzdînşêr bêçareserkirin. Êzdînşêr baweriya xwe bi soz û bexta wan tîne û berê xwe dide Stenbolê. Çewa digihîje Stenbolê dest û lîngê wî têngirêdan û wî davêjin zîndanê.

Sal 1919,

Dewleta Osmanî di şerê yekemîn ê cîhanî de têk çûye. Erdnîgariya Osmaniyan gav bi gav tê dagirkirin. Civaka Kurd dagirkirina erdnîgariya Kurdistanê qebûl nake. Li Ruhayê, Dîlokê û Gumgumê li dijber dagirkeriyê li berxwe dide. M.Kemal berxwedêriya civaka Kurd dibîne. Bi serok û rêberên Kurdan re hevdîtinan dike. Hemûyan vedixwîne Kongreya Erzeromê. M.Kemal li wêderê soz û bext dide rêberên Kurdan ku piştî şerê azadiyê di dewleta nû de wê civaka Kurd û Tirk di bin hiqûqa biratiyê de weke du bira wekhev bi hevre bijîn. Piştî serkeftina şerê azadiyê di makezagona 1921’an de ji bo Civaka Kurd otonomî, piştî îmzekirina peymana Lozanê di magezogana 1924’an de siyaseta tasfiye û tunekirina civaka Kurd a ku hêj berdewame dest pê dike.

Sal 1937,

Li dijber operasyonên qirker ên li ser Dêrsimê di bin pêşengiya Pîr Seyîd Riza de ji eşîrên heremê eniya berxwedanê tê avakirin. Dewleta Tirk li gel hemû hêz û teknîka xwe ya hewayî nekare di xwezaya Dêrsimê de gavek pêş de here. Hevalbendiya xwezaya qedîm û ya berxwedêrên Kurd a dîrokî li Dêrsimê di asta herî jorde têjiyîn. Li dijber wê hevalbendiya pîroz Dewleta Tirk neçar dimîne bangewaziya lihevhatinê û aştiyê bike. Dewleta Tirk bi navbervaniya waliyê Erzînganê ji Seyîd Riza re peyamek dişîne. Dewleta Tirk di wê peyamê de soz û bext dide ku hemû ziyana ku hetanî niha li heremê çêbûye dewlet wê tazmîn bike û wê xwestekên Dêrsimiyan hemû bên qebûlkirin û wê pirgirêka Dêrsimê bi rêbaza aştiyane û bi muzakerayan li gorî xwestekên Seyîd Riza û eşîran bêçareserkirin. Pîr Seyîd Riza ji bo qirkrina dijwar a ku bi bombardiman li ser şêniyên sivîl berdewam dike raweste vexwedina muzekereyan qebûl dike.

Seyîd Riza û tevî  Kurê wî Reşît Huseyîn ê 16 salî jî dinavde 7 kes ji bo hevdîtinan tên walitiya Erzînganê. Çewa tên walîtiyê dest û lingên her heftan tên girêdan û ji bo darazê dibin Xarpêtê. Li xarpêtê xwesteka Seyîd Riza a herî rewa û însanî ya dawîn “min beriya kurê min darde bikin ez dardekirina kurê xwe nebînim” jî nayê qebûlkirin û bi lezûbez her heft tên dardekirin.

Weke we jî dît di mînakên jor hemûyan de her carî di şexsê rêberan de bêbextî û xapandin biser ketiye û di encam de civaka Kurd bi têkçûn û qirkrineke mezin re rûbirû maye.

Sal 2009-2015,

Nêzikê 40 saliye li Kurdistanê şereke dijwar û berxwedaneke bêhempa heye. Dewleta Tirk ligel hemû rêbazên xwe yên kirêt, hemû dek û dolabên xwe yên ku ji cerebeyên sed salan pêk tên yek bi yek diceribîne lê bisernakeve. Bi komployeke navneteweyî Rêberê Gelê Kurd dîl digre davêje zîndanê lê berxwedana civaka Kurd têk naçe.

Hikûmeta Erdogan di sala 2009’an de di bin navê çarseriyê de li Osloyê muzekere dide destpêkirin lê ev muzakere li gorî daxwaza dewleta Tirk nameşe û bi dawî dibe.

Di dawiya sala 2012 de dewleta Tirk bi soz û bexta çareserkirina pirsgirêka Kurd bi Rêberê Gelê Kurd Öcalan re têkilî danî. Hevdîtinan dest pê kir. Ji milekî ve hevdîtinan berdewam dikir ji milekîve qirkirinên siyasetmedarên Kurd ên weke Parîsê pêk dihatin û di heman demî de li Kurdistanê çêkirina Kalekolan û xurtkrina baregehên leşkerî bi lezgînî berdewam dikir. Bi saya ked û sebra Ocalan bi qasê sê salî vê pêvajoyê berdewam kir.

Piştî sê salan me ji hêrs û kerba Erdogan fêm kir ku tiştê ku Erdogan xwestiye pêk bîne pêk nehatiye. Hewldana wî ya wekî her carî careke din di şexsê serok û rêberan de teslîm girtin û têkbirina berxwedana civaka Kurd biserneketiye. Serok û rêberên Kurdan îcar nexapîne û destûr nedane bêbextî biserbikeve û qedera nebixêr careke din dubare bibe.

Lewre Erdogan gelek bi hêrse, gelek bi kerbe. Xezeba wî ji binketina wî tê. Tecrîda dijwar a dermirovî ya li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan, girtin û cezakirina S.Demîrtaş û ya lijneya Îmralî Î.Balûken, S.S.Önder û ya gelek siyasetmedarên Kurd, bi destê qayiman xespkirina şaredariyên Kurd, wêrankirina navçe û bajaran, dagirkirina Efrînê, erîşên Rojava û Başûr asta hêrs û kerba dilê Erdogan a têkçûyî didin der.

Bê guman gotina dawîn her tim a berxwedêra ye.