Bi hezaran girtiyên PKK’yî û PAJK’î yên li zindanên Tirk ji îro û pê ve ji bo sê rojan dest bi girêva birçîbûnê kirin. Daxwaza girtiyan ew e ku tecrîda li ser Rêber Ocalan were rakirin û girtiyên nexweş werin berdan.
Li ser navê bi hezaran gritiyên PKK’yî û PAJK’î yên li zindanên Tirkiyê Denîz Kaya heftiya derbasbuyî daxuyaniyek da û bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zexta li ser gritiyên nexweş.
Denîz Kaya ragihandibû ku ji 12’ê Îlonê û pê ve ew ê bi mebesta hişyaridayinê dest bi grêva birçîbûnê ya 3 rojan bkin. Girtiyan çalakiya xwe îro dane destpêkirin.