Îkbal BEDRAN
Şêx Meqsûd yek ji taxên ku bi tena serê xwe li hemberî hovtirîn êrişên li Sûriyeyê qewimîne li ber xwe daye ye. Tax bi dewlemendiya etnesîte û çandên xwe ve navdar e. Ev hevgirtina çandên civaka Şêx Meqsûd, hovîtiya êriş û êrişkaran têk bir. Bi berxwedana gelên taxê ya ku xwe dispêre pîtoleya Netewa Demokratîk re vîna Şêx Meqsûd bi ser ket. Şêx Meqsûd di Sûriyê de mînaka çareseriya guncaw a zindî ye.
Ji bo naskirina asta berxwedana gelên taxê rojnameya Ronahî li Şêx Meqsûd geriya û bi kesên ku ev berxwedan û pêşketinên li taxê jiyane re ev reportaj amade kir.
CARINAN NANÊ HIŞK JÎ TUNE BÛ
Heyat Mustefa Şêxo Endama Rêveberiya Komîna Ş.Ferat li taxa Şêx Meqsûd wan rojan bi bîr tîne û dibêje: Dema ku çeteyan dor li taxê girtin û asta êrişên xwe tundtir kirin, gelên li taxê di yek çeperê de pişt dan hev. Êdî rengê ziman, cil û berg nîn bû. Hemû şêniyên taxê bi yek dil û biryarê li dora şervanên xwe kom bûn. Heyat hevgirtina gelên taxê bi hinek mînakan parve kir û got: Ji bo birîndar û şehîdan erebe dihatin amadekirin. Xwarin û vexwarina malbatan dihate dabînkirin. Me gelek rojên xwe bi savar û nanê hişkirî derbas dikir. Carinan ew jî tune bûn. Bi mehan me mastî nexwariye. Heyat dibêje: Di zivistanan de me nivîn, bîro, dolab û kumedînên xwe şewitandin. Me çayî jî li ser textik û cilên xwe dikeland. Heyat tekez dike ku zihmetiyên wan rojan bûne sedem ku gel û çandên li taxê zêde nêzî hev bibin û îradeya xwe bikin yek. Heyat dawiyê de bi bîr xist ku hevgirtina gelên taxê, serketina berxwedana Şêx Meqsûd misoger kir.
BI HEZKIRINÊ EM BI SER KETIN
Dayîka bi navê Ewaş Mihemed, ku ew jî Endama Rêveberiya Komîna Serbixwe ye, derbarê rojên berxwedanê de gt: Em qet ji taxê derneketin. Her li kêleka şervan û gelê xwe bûn. Di aliyê parastinê de çi ji me dihat xwestin me dikir. Erka me yê sereke hevgirtina cebheya hundirîn bû. Ewaş dewam dike: Di nav gelên taxê de hezkirinek hebû. Her tişta xwe parve dikirin. Li ser kartonan şîv û çaya xwe çêdikirin. Ewaş dibêje: Ji bo ku eniyên me saxlem bimînin, milet xetên hundirîn qewmîm dikirin. Me serdana malbatên taxê dikir û morala gel bilind dikir. Hemû şêniyên taxê amade bûn di her mewziyê de cih bigirin. Ewaş dawiyê de dibêje: gelek mirov li kêleka me şehîd ketin û birîndar bûn. Tundiya êrişan israra me ya berxwedanê zêde kir. Biryar ew bû, heya ku berxwedanî heye em li kêleka şervanên xwe ne.
HEVGIRTINÊ
SERKEFTIN ANÎ
Cemîl Yasîn Hevserokê Komîna Ş.Fayiq li taxa Şêx Meqsûd ku ji pêkhateya Ereb e, cihê xwe di nava berxwedana taxê de girtibû û ew roj bi van gotinan bi me re parve kir: Ji eniyan pirtir çeteyan dixwestin îradeya şêniyên taxê teslîm bigirin. Pêkhateyan bînin hemberî hev. Bi rêbazên dorpêçê em bircî dikirin. Gelê taxê haya xwe ji vê lîstika qirêj a çeteyan hebû. Berovajî armancan, hevgirtina xwe ya civakî şidand. Bi yek vînê li ber xwe dan. Nivîn, mal, mesken, xwarin û vexwarinên xwe bi hev re parve kirin. Lê stû ji çeteyan re netewandin. Cemîl di dewama axaftina xwe de got: Pêkhateyên Şêx Meqsûd baweriya xwe bi YPG û YPJ hebû. Dizanîn ku; heyanî li ser rêça felsefeya Netewa Demokratîk bin, serkeftin misoger e. Bi riya vê hevgirtinê çarenûsa hemû şêniyên taxê diyar bû û serketin giştî bû.
LI SER NALAN ÇAYA XWE KELANDINE
Ehmed Şêx Elî Endamekî Rêveber di komînên xeta Ş.Rûbar Qamişlo de ye. Ehmed ji kesên ku şahidiya rojên berxwedana taxê kiriye û cih tê de girtiye. Ehmed di vê derbarê de got: Taxê gelek zor û zehmetî derbas kir. Ne derman, diktor, xwarin û vexwarin, ne jî pêdiviyên jiyanê hebûn. Him rejîmê û him jî çeteyan dor li taxê girtibûn. Ehmed bi bîr tîne ku wan çaya xwe li ser paniyên solan kelandine û got: Qet ne dihat bîra ti kesî tiştekî ji ber hev veşêre. Gel bi xwe xwe birêxistin dikir. Her mirovekî taxê şervanek ser bi xwe bû. Ehmed tekez dike ku; ger ev cebheya hundirîn ne li hev bûya, wê berxwedana taxê bi ser neketiba. Ne ji şervanan bûya gel jî wê vîna xwe wenda kiriba. Bi riya berxwedanê hemû pirsgirêk çareser dibûn. Berovajî kîn û nefretan hevgirtina civakî ava bû. Ev îradeya gelan ku xwe di şiklê berxwedana Şêx Meqsûd de da der, îro ji hemû dunyayê re û bi taybet Sûriyê re bûye mînaka pratîk a çareseriya asloziya vî welatî.