Rojnameya Ronahî

Rûsya bi Tirkan re li pey lîstikên nû ye

Zekî BEDRAN

Rûsya li Sûriyê xirab dilîze.  Niha bazariyên xwe yên veşartî bi hikûmeta Erdogan re didomîne. Dagirkirina Efrînê têra Tirkiyê nake. Dixwaze hikûmeta Şamê dawî li hevdîtinên xwe yên bi Kurdan re bîne. Her wiha armanc dike ku Kurdan bi temamî ji rojavayê Feratê derxîne. Bêyî Rûsya Tirkiye nikare van daxwazên xwe pêk bîne. Tê dîtin ku Rûsyayê daxwazên Tirkiyê  qebûl kiriye. Rêveberiya Şamê bi MSD’ê a ku nûnertiya hêzên Bakurê Sûriyê dike re hevdîtin da destpê kirin. Wan bixwe heyeta MSD’ê vexwende Şamê. Tirkiye ji vê ne rihet bû.

Tirkiye naxwaze Sûriye demokratîk bibe, xwe komî ser hev bike û pirgirêkên xwe çareser bike. Ji xwe ti xwesteke demokrasiyê yên çeteyên ku li cem xwe kom kiriye, tune ye. A rast gelek ji wan ji muxalifbûnê derketine. Di destên Tirkiyê de bûne weke piyonekî. Tirsa herî mezin a Tirkiyê ew e ku Şam, Kurd û hêzên demokrasiyê lihevbikin. Naxwaze bi ti awayî Kurd bigihêjin statuyekê. Tirkiye li ser Îdlibê û herêmên ku dagirkiriye bi Rûsyayê re hevdîtinan dike. Daxwaza wan ya sereke ji Rûsya ew e ku Şam bi MSD’ê re hevdîtinan bi dawî bike. Rûsya vê yekê wê li ser Şamê ferz bike. Tê fêhmkirin ku di vê mijarê de lihevkirine. Tirkiye dixwaze rojavayê Feratê ji Kurdan paqij bike. Rûsya li şûna ku ji Tirkiyê re bêje ji Sûriyê derkeve, weke ku hevpar an jî xwediyê welate pêre li ser masê rûdinê.

Dewleta Tirk gelek tengav buye. Di nava krîzeke kûr ya aborî de ye. Sedema bingehîn ya vê krîzê jî şerê ku li dijî Kurdan dimeşîne ye. Tirkan bi dagirkirina Efrînê aramî bi dest nexistin. Rûsya di wê ferqê de ye ku Tirkiye çiqas tengavî buye. Diwaze vê yekê vegerîne fersendên mezin û tawîzan jê bigire. Niha Rûsya tawîzên ku dixwaze dikare ji Erdogan bigire. Ger li Îdlibê şer destpê bike û Rûsya jî bi çalak beşdar bibe wê hemû planên Erdogan têk biçin. Wê demê wê ji Sûriyê jî bên qewitandin. Tirkiye dagirkerekî eşkere ye. Ti rewabûneke wî tune ye. Li Efrînê sûcên miravahiyê kir û dewam dike.

Rûsya hevparê sûcên ku li Efrînê hatin kirin e. Ev birîn nekewiye, gelê Kurd wê ti caran van sûcan ji bîr nake. Ti xerabiyeke gelê Kurd li Rûsyayê nebûbû. Ti neyartiyeke Kurdan bi Rûsyayê re tune bû. Efrîn di nava aşitî û aramiyê de bû. Leşkerên Rûsyayê jî li wir bûn. Rûsyayê bi Tirkan re li hev kir, Kurd bi komkujiyên mezin û surgûnê re rû bi rû hişt. Tirkiyê hê jî li Efrînê paqijiya etnîkî dike û sûcên mirovahiyê dike. Rûsya li şûna ku ji vê yekê re bêje bese, buye zemînê dijmintiya hikûmeta Tirk ya li Kurdan û vê dewam dike. Tirk dibêjin “wê li rojavayê Feratê Kurd nemînin.” Rûsya li pêş vê yekê nasekine. Dibêje, “rêveberiya Şamê wê bi Kurdan re hevdîtinan neke û statuya wan nas neke.” Vê jî qebûl dikin. Rûsyayê van xweferzkirinên Tirkan weke talîmat û biryar li ser Şamê ferz kiriye. Rêveberiya Şamê ji ber ku lewaz buye nikare li hember van zextan li ber xwe bide.

Tirkiye di nava pencên krîzeke aborî a giran de ye. Sedema bingehîn ya vê krîzê jî şerê ku li dijî Kurdan dimeşîne ye. Ji sala 2015’an û pê de hikûmetên Tirk bê navber li dijî Kurdan şer û êrîş dikin. Bi dagirkirina Efrînê jî ev şer berfireh bû û lêçûnên şer zêde bûn. Aboriya Tirk êdî nikare vî barê şer hilgire. Weke siyasî ji Erdogan encam negirt. Rûsya vê yekê baş dinirxîne. Tirk ketine hembêza wan û çûne ber lingên wan. Rayedarên Rûs difikirin ku vê yekê baş dinirxînin. Gelek berjewendî bi destê xwe xistin. Lê divê ji bîr nekin ku ew jî hevparên sûcên mirovahiyê yê ku dewleta Tirk pêk tîne, ne. Erdogan bi deh hezaran çeteyên çekdar ku di bin destên xwe de girtiye dema fersendê bibîne wê li dijî Sûriyê bikarbîne.

Erdogan li Îdlibê di nava zehmetiyên mezin de ye. Çawûşoglû, Xulûsî Akar û Hakan Fîdan vala nakevîn ser rêya Moskowê. Ger Erdogan dev j çeteyan berde nikare li Sûriyê bimîne. Ger bi çeteyan re bibe yek şer bike wê hê zêde fatûreyeke giran bide. Ji derketina NATO’yê û bi  DYA’yê re hatina pêşberî hev jî daye pêş çavên xwe. Hemû lîstikên ku niha dilîzin li lingên wan diale. Derketina wan ya ji vê tengiyê wê ne hêsan be.

Gelên ku xwediyê Sûriyê ne ger ala welatparêziyê bilind bikin dikarin van hemû lîstikan xera bikin. Ereb, Kurd, Asûrî, gelên din û hêzên demokrasiyê divê bikevin nava tevgerê.  Divê gelên Sûriyê dersa van hêzên faşîst û dagirker ku ji derve dehatine, bide.  Dema bilindkirina ala azadî, demokrasî û yekîtiyê ye.