Gelê Efrînê li dijî kiryarên hovane yên leşker û çeteyên dewleta tirk a dagirker radibe û serî natewîne. Li hember zilm û zordariya dagirkeran gelê Efrînê di nava têkoşîn û berxewdanê de ye.
Şêniyên gundê Satiya ya girêdayî herêma Cindirêsê li hemberî kiriyarên çeteyên artêşa tirk a dagirker serî netewandin û li hemberî wan derketin.
Çavkaniyekî ji gundê Satiya ragihand ku çeteyên Firqet El-Hemzat a girêdayî artêşa tirk a dagirker mal û milkên welatiyên gund dizin.
Heman çavkanî diyar kir ku li hemberî kiryarên çeteyên artêşa tirk a dagirker, şêniyên gund serî netewandin û li hemberî wan derketin. Di encamê de, pevçûn di navbera şêniyan û çeteyan de derket. Çeteyan gule bê serûber li gund reşandin.
Çevkanî tekez kir ku şênî ji bo derxistina çeteyan ji gund bi israr in. Li gund heta niha rewş ne aram e.