Jinên kurd di Konferansa Navneteweyî de di 6’ê Cotmehê de li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê kom dibin.
Jinên Kurd, wê di konferanseke navnetewî de li Frankfûrtê bicivin. Konferans wê di navbera 6-7’ê Cotmehê de pêk bê. Di konferansê de wê gelek mijarên jinên cîhanê û jinên Kurd eleqeder dike, bên destgirtin û ji bo têkoşîna hevpar jî plansazî werin pêşxistin û biryar werin girtin. Çend ji mijarên ku di konferansê de bên nirxandin wiha ne:
“- Em çawa dikarin sedsala 21’ê bikin sedsala jinê?
– Li dijî neheqiya di hatineyê tê kirin, li hemberî êrîşên zayendîparêz û faşîst, em çawa dikarin xwe biparêzin?
– Em çawa dikarin bi hev re pirsgirêkan binirxînin, biryarên hevpar bidin û bixin meriyetê?
-Em çawa dikarin bi hev re bi pêş ve biçin?”