Endamê Nifşê Nû Hewreman Secadî diyar kir ku bêdengiya PDK’ê li hemberî daxuyaniya KCK’ê ya ‘guman heye PDK’ê di êrîşa ser Şengalê de alikarî dabe Tirkiyê’, got ku ger wisa nîne bila PDK bersiv bide.
Dewleta Tirk di 15’ê Tebaxê de êrîşa hewayî dijî Şengalê pêk anî. Di encamê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî şehîd bû. Lê heya niha ne partî û ne jî hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî vê êrîşê ti helwestek nîşan nedaye. Iraqê jî bi daxuyaniyekê got ‘di navbera me û Tirkiyê de li ser êrîşê ti lihevkirinek nîne’.
Li ser daxuyaniya hikûmeta Iraqê û bêdengiya PDK’ê endamê Tevgera Nifşê Nû Hewraman Secadî axivî û diyar kir ku divê Iraq helwestek pratîkî nîşan bide û tenê bi şermezarkirinê nemine.
Li ser helwesta aliyên Başûrê Kurdistanê ku ji derveyî Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Eniya Demokrasiya Gel û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) ti aliyek din helwest nîşan neda, Secadî diyar ku cihê xemgîniyê ye ku alî li hemberî sûcek wiha bêdengin.
Secadî îşaret bi bêdengiya PDK’ê ya li hemberî êrîşê kir û got; “Li herêmê PDK xwedî desthilate. Dikare ji bo Tirkiyê hêsankarî bike. Bêdengî cihê gumanê ye. Ger wisa nîne dikare êrîşê şermezar bike û bêje wisa nîne.”
Secadî diyar kir ku divê li Parlamentoya Iraqê kar li ser bê kirin ji bo serweriya xaka Başûr neyê binpêkirin û destûr neyê dayîn hêzên dagirker li gor dilê xwe bikevine nav xaka Başûr…ROJNEWS