Dengbêjî ji jinê dest pê dike. Jinê her êş û kesera dilê xwe bi rêya stranê daye der. Dengbêj Gazin li dijî astengiyan dev ji hunera xwe berneda. Di Radyoya Erîvanê de Meryem Xan û Eyşê Şan guhdarî dikir û li ser şopa wan hunera xwe afirand.
Dengbêj Gazin (Raziye Kizil) ya 57 salî berî çend rojan qeyrana dil derbas kiribû û di 21’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Dengbêja xwedî dengê zîz û zelal bi salan stranbêjî kir û di rêya Meyrem Xan û Eyşe Şanê de meşiya.
Dengbêj Gazin, ji gundê Yasîce yê Tetwana Bedlîsê ye. Gazin ji 12 saliya xwe ve stranan dibêje.
Dengbêj Gazin heta niha gelek CD û kaset derxistine. Ji derveyî çend stranan hemû jî yê wê ne. Di heman demê de xwediyê jiberkek xurt e jî. Di axaftineke xwe de tîne ziman ku ew zêdetirî sed stranî jiber dizane û li ser vê taybetmendiya xwe jî wiha dibêje: “Ez zêdeyî sed kilamî jiber dizanim. Min stranên xwe qeydî teybê dikirin û hildianî. Gotinên stranên min hemû jî yê min in.”
Dengbêj Gazina ku di 15 saliya xwe de tê zewicandin, piştî zewacê li Wanê bi cih dibe. Di salên destpêkê yên dengbêjiya Gazin de hevserê wê qebûl nake lê piştre bi stranbêjiya wê razî dibe. Di salên destpêkê de birayê wê li tembûrê dixe û ew jî dibêje. Li malê dest bi derxistina kasetan dikin. Dengbêj Gazin ku heta niha 12 album derxistine, bûye sembola dengbêjên jin. Wê herî dawî bi dengbêjeke ermen Aşiq Leylê re albumek bi kurmancî û Ermenîkî derxist. Dengbêj Gazin xwediyê dengekî zîz û zelal e. Wê li ser rêya Eyşe Şan û Meryem Xanê dengbêjî kir. Gazin ji bo ku çanda dengbêjiya kurd û jina kurd têk neçe tiştên ku ji destên wê tê dike. Dengbêj Gazin ji bo ku kelepûra kurdan nede jibîrkirin, odeyeke mala xwe jî bi motîfên çanda kurdî xemilandiye.