Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wezîrê Tirk ji bo Îdlibê li xwe mikur hat

24/08/2018
in Uncategorized
A A
Wezîrê  Tirk ji bo Îdlibê li xwe mikur hat
Share on FacebookShare on Twitter

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlûd Çavûşoglû li Moskowayê bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re rûnişt. Têkiliya Enqere ya bi Moskowayê re bi gotina ‘dexesî’ pênase kir û di mijara Îdlibê de li xwe mikur hat.

Di demekê de ku rejîma Sûriyê amadekariyê ji operasyona li dijî Îdlibê dike û têkiliyên navbera dewleta Tirk û DYA’yê re aloz e, hefteyên dawî di navbera Enqere û Moskowayê de gelek hevdîtin pêk hatin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlûd Çavûşoglû bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re li Moskowayê rûnişt.

Lavrov piştî hevdîtinê di civîna çapemeniyê de axivî û bal kişand ser meseleya vîzeyê. Lavrov got, “Weke aliyê Rûsyayê, me piştrast kir ku ji bo hêsankirina vîzeyê ji bo welatiyên Tirk ên li hin kategoriyan, em ji danûstandinan re amade ne. Û di demeke kin de em ê vê mijarê binirxînin. Me li hev kir ku ji bo peymanên di vê mijarê de bên amadekirin, mekanîzmaya şêwirmendiyê were avakirin.”

Lavrov di mijara Îdlibê de diyar kir ku wezîrên karên derve û wezîrên parastinê yên Rûsya û Tirkiyê wê li Moskowayê li hev rûnên û qala civîna bi formata 2+2’an kir.

Wezîrê Parastina Millî ya Tirk Hûlûsî Akar û Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan piştî serdana Moskowayê ya 17’ê Tebaxê, vê Înê jî berê xwe dan Moskowayê. Akar û Fîdan bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoylû re rûniştin.

Lavrov diyar kir ku di hevdîtinê de ya bi beşdariya wezîrên parastinê û saziyên îstîxbaratê yên Rûsya û Tirkiyê, mijara Îdlibê hatiye nirxandin û got, wan giranî dane ser mijara ‘mûxalîfên nerm’ ji yên din. Lavrov da xuyakirin ku weke wezîrê karên derve wê di vê mijarê de bi wezîrê parastinê re civînekê li dar bixe, lê mebesta xwe ji “mûxalîfên nerm” eşkere nekir. Temamiya çeteyên li Îdlibê ku Tirkiye destekê dide wan, bi El Nûsra û DAÎŞ’ê ve girêdayî ne.

Mevlut Çavûşoglû ku bi Lavrov re daxuyanî da çapemeniyê got, “Ji bo ku em têkiliyên xwe ji hemû aliyan ve bînin asta herî bilind em kêferatê dikin.”

Çavûşoglû wiha got: “Lîderên me gelek caran têne cem hev. Ev hevkariya ji nêz ve dike ku hin dost û kes dexesiyê dikin. Rûsya ji bo me hevkarê stratejîk e.”

Daxuyaniya Lavrov a bi rengê ‘komên nerm’ ji hêla Çavûşoglû ve hate qebûlkirin. Çavûşoglû anî ziman, li Îdlibê hin komên radîkal gelê sivîl aciz dikin û got, “Divê em terorîstan û mirovên din ji hev veqetînin. Ji bo me hemû rêxistinên terorîst yek in.” Çavûşoglû negot bê ka ew behsa kîjan koman dike, lê ev gotin weke nîşana lihevkirinê hatin şîrovekirin. Ne tiştekî veşartî ye ku têkiliya komên çete û hevkariya wan bi Enqereyê re heye. Li ser siberoja Îdlibê çima bi Tirkiyê re diaxivin jî vê bi rengekî zelal derdixe holê.

Çavûşoglû got, çareseriya leşkerî ji bo siberoja Sûriyê wê bibe ‘bobelat’. Çavûşoglû got, “Li şûna ku mirov êrîşê bi ser Îdlibê de bibe, em çawa dikarin çareser bikin, em divê li ser vê bixebitin.”

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.