Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan De Mîstûra Rûsya, Îran û Tirkiye vexwende hevditinên li Cinêvê yên 11 û 12’ê Îlonê.
Li gorî daxuyaniyê, ku berdevkê De Mîstûra daye, nûnerê taybet ê Sûriyê yê NY’yê bang li sê welatan kiriye ku ji bo destûreke nû ya Sûriyê were danîn, ji bo avakirina komîsyoneke peywirdar gotûbêj bikin.
Tê payin ku bi welatên din re jî gotûbêj werin kirin. Di nav van de DYA jî heye lê dema hevdîtinan nehate aşkerekirin.
Rejîma Sûriyê bi Rûsya, Îran û Tirkiyê re destpêka sala 2017’an hevlayenî hevdîtinên Cinêvê pêvajoya Astana dabûne destpêkirin.
Ji hêla çareseriya siyasî ve ne li Cinêvê û ne li Astanayê heta niha ti encameke serkeftî derneketiye.
Hevdîtinên ku li Cinêvê plana wan hatiye danîn, di demeke wiha de pêk tên ku hema bibêje DAÎŞ’ê hemû deverên ku dagir kiribûn ji dest winda kiriye. Rejîma Sûriyê jî di vê demê de amadekariyên operasyona Idlibê ya ku di destê çeteyên Tirkiyê de ye dike.