Bi sedan malbatên ku ji bajar û deverên Sûriyê koçber bûne, li kampên belavbûyî yên li gundewarê Reqayê bi cih bûne. Êş û zehmetiyên wan ji ber xemsariya rêxistinên mirovî zêde dibin. Yek ji wan kampan jî Kampa El-Recim El-Ebyed e.
Kampa El-Recim EL-Ebiyed 25 km li rohilatê bajarê Reqayê ye. Li kampê nêzî 700 malbat bi cih bûne. Rêxistinên mirovî yên navnetewî li hember rewşa kampê xemsar tevdigerin û alîkariyê nadin.
Zehmetî û êşên koçberên Kampa El-Recim El-Ebyed ji ber xemsarî û ne dayîna alîkariyên mirovî, zêde dibin. Alîkariya ku tê dayîn jî têra wan nake. Gelek caran rêxistinên mirovî soza alîkariyê dan, lê soza xwe bicih neanîn.
Kamp li nêzî zevî û kanalên avdanê ji bo peydekirina ava vexwarinê hatiye avakirin. Lê koçberên kampê ji ber kêmbûna alîkariyê û peritîna konên wan zehmetiyan dikşînin.
Koçberê bi navê Amir El-Xalid ku ji gundewarê Dêrazorê ye êş û zehmetiyên xwe anî ziman û wiha got: ʺEm ji soz û gotinên rêxistinên mirovî aciz bûn. Karmendên wan tenê serjimariyê dikin. Hêviya me ji sozên wan nema.”
Amir diyar kir ku ev nêzî salekêye li kampê dimîne, ji bo bicihanîna debara malbata xwe rojane di zeviyan de dixebite, hin caran jî pereyên ku digre bi malbatên din re parve dike û wiha pê de çû: ʺLê niha ji ber paşdeçûna demsala çandinyê, cotkar ji bo kêmkirina lêçûnan nema karkeran dixwazin.ʺ
Ji aliyê xwe ve dayîka Ebdulkerîm ji sozên rêxistinên mirovî aciz bûye û wiha got: “Rêxistinên mirovî tenê hejmara koçberan û rewşa wan a aborî tomar dike. Lê ev xebat bê encam e, tenê tomarkirine. ji beriya salekê ve, tenê du caran alîkarî pêşkeşî me kirin û ew jî têra me nekir. Hin koçberan alîkar birin û hinek jî alîkarî negihîşt wan.ʺ
Koçbera ku nexwest navê xwe eşkere bike, hêvî kir ku ji bo şopandina xebatên belavkirina alîkariyan ji aliyê rêxistinan ve alîkarî bi awayekî wekhev were belavkirin, komîteyek çavdêriyê bê avakirin…ANHA