Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di demek kurt de xebatên mezin hatin kirin

24/08/2018
in Uncategorized
A A
Di demek kurt de xebatên mezin hatin kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Şaredariya Gel a Til Birakê gelek xebatên xizmetguzariyê di demek kin de pêk anî. Şaredarî ji bo dema pêş jî  amadekariyên hin projeyên din dike.

Piştî hilbijartinên meclisên herêmî û şaredariyan ku di dawiya sala 2017`an de pêk hatin û rêveberiyên nû hatin hilbijartin, Şaredariya Gel a navçeya Til Birakê ya girêdayî kantona Qamişlo jî, gelek xebatên xizmetguzaiyê pêk anî.

Şaredariyê, navçe bi temamî ji bermahiyê şer paqij kir. Di 4’ê Nîsanê  de parkek vekir. Şaredariyê, park ji hemû aliyan ve ji çandina daran û kulîlkan heta çêkirina cihên rûniştinê amade kir, da ku walatî bikaribin bi hêsanî berê xwe bidin parkê.

Şaredariya Gel a navçeya Til Birakê riya di navbera gundê Misîlê û Ekar bi dirêjahiya 4 km û firehbûne 6 metre qîr kir. Şaredarî riyên di nav navçeyê de sererast kir û riyek nû ku navçeyê bi gundê Simêhan ve girê dide vekir.

Şaredariyê  toreyên kanalîzasyonê di nav taxan de bi dirêjahiya 500 metre dirêj kir û av gihişt nêzî ji sedî 80 ji şêniyên navçe û gundên girêdayî wê. Deverên ku av nagihêjin, şaredarî du sahrîcên avê  eyar kirine da ku avê bighîne wan gundan.

Di çarçoveya xebatên Şaredariya Gel a nvaçeya Til Birakê, Hevserokê Şaredariyê Lezgîn Mihemed destnîşan kir ku ew li gorî derfetên xwe yên heyî xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re pêşkeş dikin. Lezgîn diyar kir ku wan dermanê mêşûmoran li tevahiya navçeyê reşandine. Lezgin  bi bîr xist ku zabîteya şaredariyê jî bi awayekî asayî ji bo birêxistinkirina sûkan li ser karê xwe ye.

Lezgîn diyar kir ku sê şaredariyên nûjen, şaredariyên bajarokên Til Himêdî, Simêha rojava û Im Hicêrê girêdayî Şaredariya Gel a navçeyê ne û hemû komîteyên wan şaredariya hatine aktîvkirin û wiha got: “Piştî veqetandina budçeyên şaredariyên nû, dê dest bi xebatê bikin.”

Şaredariya Gel a navçya Til Birakê garaceke taybet ji bo tirimpêlên veguhestinê ava kir. Her wiha çerxeriya navçeyê sererast kir.

Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Til Birakê, ji  Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê xwest ku ji bo paqijkirina navçeyê ji bermahiyên DAIŞ’ê ji wan re alavên xizmetguzariyê peyde bikin…ANHA

Post Views: 60
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.