Wezareta Karê Derve ya DYA’yê, eşkere kir ku dikarin li ser Tirkiyê ku bi Rûsyayê re peymana Pergala Parastina Hewayî ya S-400 mohr kiriye, mueyîdeyan pêk bînin.
Berdevkê Wezareta Karê Derve Heather Nauert, li ser pirseke ku Rûsya wê di sala 2019’an de pergala S-400 radestî Tirkiyê bike bersiva; “Min bi xwe nûçeyeke wiha nedîtiye lê heke rast be, ev ji bo me mijara fikaran e.” da.
Nauert, anî ziman ku heke Pergala Parastina Fuzeyan a S-400 bistîne yekane welatê ku mueyîde lê bê kirin Tirkiye ye û wiha pêde çû: “Em li her devera cîhanê dij derdikevin ku hevkar û îtîfaqên me pergala S-400 bistînin. (…) Me bi awayekî eşkere ragihand ku kî vê pergalê bistîne wê li ser mueyîde bên kirin.”
Berdevk Nauert got; “heke welatekî weke Tirkiyê yê endamê NATO’yê ye pergala S-400 bikar bîne, wê dijberî polîtîkaya me tevbigere. Ev jî nayê pejirandin.”
DYA’yê di mijara S-400’an de beriya niha jî Tirkiye hişyar kiribû. Kongreya Amerîkayê, di encama dengdayîna ji bo butçeya parastinê ya 25’ê Tîrmehê hatî kirin de, firotina balafirên şer ên F-35’an a ji bo Tirkiyê dabû rawestandin.