Zarokên di nav baxçeyê jiyan û civakê de mîna gulan ji dûrî şer, kuştin û xwînê dijiyan, lê ji hişmendiya kor û tarî ku ji çanda mirin û xwînê hezdikin ew zarok ji mafê zaroktiyê û pêşeroja wan li ser zinarekî ketî hiştin. Lê ev zarok û pêşroja wan ji hêla kesên ku ji jiyan û azadiyê hezdikin hatin xelaskirin.
Neviyên DAIŞ’ê ango zarokên DAIŞ’ê- Çawa ji hêla çeteyên DAIŞ’ê dihatin perwerdekirin û tecnîdkirin û wan zarokan ji bo ahengên xweyî nejadperst û olperst bi kar tanîn. Di heman demê de di navenda Horî ya parastin û hînkirina zarokan li Herêma Cizîrê bi şêwazên zanistî û mirovî zaroktiya wan divegrînin û pêşerojek nû avadikin.
Ew gotinên di pankarta navendê bala me kişand, ji ber ku ew nîşaneya xwediyên ku Rojava û Bakurê Sûriyê bi fikr û felsefeya Netewa Demokratîk Rêvedibin. Ku ew li vir jiyanek nû dûrî kuştin, nejadperestî, cûdahiya mezheb û ol avadikin, lê belê her însan şaşdibe lê ya girîng ku şaştî çawa û bi çi şêwazş sererast bike û dûrxe. Ji ber ku DAIŞ’ê ew zarok ji bo mîna alava kuştin perwerde dikrin. Lê li Navenda Horî ya Parastin û Perwerdehiya Zarokan li Tel Marûf girêdayî Kantona Qamişlo ji bo jiyan, hezkririn û hevkariya hevbikin, hîndibin.
Em bi hevre pêşeroja zarokan avabikin
Zarokê bi navê Nasir Hemûd ji bajarê Reqayê piştî ku dev ji dibistanê qeriya û bi xalê xwe di dukana tamîrkirina dixebitî, di sala 2017’an de tevlî çeteyên DAIŞ’ê bû. Dem ku pêleya şoreşê gihişte bajarê wan Nasir û malbat xwe koçberî Tirkiyê bûn û piştî ku DAIŞ’ê bajarê Reqayê dagir kirin ew vegriyan û li vir çîroka tevlî bûnê dest pêdike. Nasir da zanîn ku kurê apê wî tevlî DAIŞ’ê bû, ji bo ku min jî tevlî bike her behsa peran dikir da ku bandor bike ku mûçêye wî 50 dolarin. Di dawî de pilana kurê apê wî pêk hate û Nasir tevlî çeteyên DAIŞ’ê bû. Perwerdey leşkerî li kampa bi navê “Karûbarên Dewleta Helebê bû”. 20 rojan waneyên Şerîta islama radîkal ser destê çeteyê bi navê Ebdilrehman Al-Tunisî û Ebû Abdul Rahman Al-Hûmsî ji dîtin, her wiha em 30 zarokên bi temenê cûda bûn.”
Hemûd wiha dewam kir: “Piştre gotin em çend kesên xwe kûj dixwazin, ez û 6 zarok derketin û me berê xwe da bajarê Hemayê em nêzî 50 zarok me perwerdeyên xwe li şikeftên wir dîtin. Perwerdeyên me ser bi kar anîna çek, operasyonên cûda bûn, çeteyê ji Endenozya koda wî Aba Bekir Endonozî û yêdin ji Himsê ji herêma Hewla bi navê Eba Bekir El- Himsî yê serkêşa kampa perwerdê dikirin. Di hundirê perwerdê dê di serê me de di çandin ku kurd mîna rêjîmê kafirin û ji bo wê hûn li kur wan bibînin divê wan bikujin, xwe biteqînin û çi bikin ama nekevin destê wan de.”
Hemûd da zanîn ku berî ku tevlî bibe dît ku çawa seriyên jêkirî tanîn û bi dewara El-Neyîm ya li Reqayê ve dikirin û piraniyên xwediyê wan seriya tîma 17 leşkerên girêdayî rêjîmê bûn. Piştî bi dawî kirina perwerdê em çûne Tebqayê û piştî çend rojan Tebqa ji hêla QSD’ê hate dorpêçkirin, di wê demê ez amedebûn ku xwe di nav wan de biteqînin. Lê ez birîndar bûn ji bo wê reviyam, lê QSD’ê em girtin. Nasir Hemûd wiha pêde çû: “Piştî ku QSD’ê ew girtin derman kirin, piştre ji bo lêpirsînê ew birin Kobanê û 5 mehan li girtîgeha wir ma şûnde emalyat ji lingê wîre çêkirin û piştre ew veguhetin Herêma Cizîrê li navenda Horî û li wir jî amelyatek din jêre çêkirin.”
Nasir da zanîn ku ew 11 mehin li vê navendê ye, di navbera van mehande di hemû hêlande hatin guhertin û fêrî waneyên exlaq û çand bû û rastî ji şaştiyê naskir bûn kesekî cûda ji berê. Taybet piştî ku me rê û rêbazên wan yên herî xweş dît bervajî ku çeteyên DAIŞ’ê di mêjiyê me diçandin”. Nasir di dawî de tekez kir ku piştî mehkumiya xwe ya sê salan bi dawî bike wê pêşerojek xwe durî polîtîya kuştin û xwînê avabike.”
Hatin Meka ya Mukermê
Di çarçoveya hevdîtinên me bi zarokan re em rastî zarokekî ji Endenozya yê hatin ew bi bav, dê, kalik û xweşka xwe ji welatên dur bi armanca serdana “Mekayê hatin xaka Rojava û Bakurê Sûriyê. Û wiha got: “Navê min Celal 15 salî me ji Endenozya yê hatin Tayland piştra Tirkiyê û çend seatan li Xazî Entîbê man piştre em hatin Cerablûsê û dawî em gihiştin Reqayê. Ev hemû jî bi sedema hevalekî bavê min ji Sûriyê bû ku her jêre digot “werin Mekê”.
Celal wiha axaftina xwe dewam kir: “Dema ku em gihiştin Sûriyê temenê min 13 salî bû, piştre em çûne Himsê li wir em 20 zarokê Endenozî ji temenê 10 heya 15 salî bi fonê 10 hezarê PS derbasî kampa perwerdeya leşkerî ya Eşbalê Xelîfetê bûn. Li wir ji hêla çeteyekê em fêrî bi kar anîna çek û zimanê erbî û qurana pîroz kirin, her wiha me ferî çawa jêkirina seriyan bikin dîmenên çeteyên ku serê mirovan serjêdikirin pêşme dikirin û her di gotin ku kurd kafrin û pêwîste hûn wan bikujin.” Piştre em çûne gundê Sor li Dêra Zorê û li wir ji hêla istixbaratên Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatin girtin, û dayika min li gundê Şiyîtat yê Dêra Zorê bi nexweşiyê ber girtina min bi mehekê wefat kir û bavê min jî niha di girtîgehekî li Herêma Cizîrê deye.”
Celal serpêhatiya xwe wiha domand: “Di dema ku em li Endenozya bûn bavê min di tamîrkirina maşîneyan de dixebitî, li vir şervanê çeteyan û tamîrkirinê maşîneyên wan dike, Kalik û xwişka min jî li kampek taybet ji bo malbatên çeteyan li Rojava dene. Tenê daxwaziya min heye ku ez têkîliyê bi xwişk û kalikê xwe re bikim. Û wiha pêde çû: “Ez li navenda Horî de di rewşk gelek baş de me, her wiha fêrî zimanê kurdî dibim lê dixwazin hîn baştir fêr bibim. Em perwerdeyên fikir û exlaq dibînin di riya van perwerde ez hatim guhertin û ew mêjiyê nejadperst û olperstî yê ku çateyan di mêjiyê me çandibûn avêt. Piştî ku cezayê min xeilas bû dixwazim vegerim welatê xwe û xwendina xwe temem bikin da ku bibin bijîjk anjî lîstikvanê fotbolê.”
Bavê ku lawikê xwe fêrî serjêkirina seriyan dike
Di çarçove anjî di jîngeha ku zarok têde hînî jiyanê dibin bandor lê dike. Bav bi sê jinan re zewicye û ew Emîrek çeteyên DAIŞ’ê ye, lawikê wî dibîne bê çawa serê mirovan jêdike, wê ev zarok ser çi ramanê nejadperst û paşvrutiyê û derûniyê mezin bibe?? zarokê bi navê Mueyed Hesen di bihra temenê xweyî 14 salî li Dêra Zorê jidayîk bûye lê li Tebqayê jiyan kiriye, serp hatiyên xwe û çawa tevlî refên çeteyên DAIŞ’ê bû û diriya kî de??.
Çîroka Mûeyed Hesen jî eve: “Ez di temenê 11 salî de di riya bavê xweyî ku Emîrê çeteyên DAIŞ’ê tevlî bûm, min perwerde li Girê Sipî û gunde warên wê bi 80 zarok û yek ji Ferensî bû li sê kampên leşkerî dît û yê ku em perwerde kir çetê bi navê Ebû Ubêd El-Misrî me ser waneyên şerîa û çek fêrkir û ya girîn ku di her demê di gotin kurd kafrin.” Piştî bi dawîkirina perwerdê, min tevlî ketîbeya “Umer Binî Xetab” kirin ku zarokên temenê cûda di nav de cih digrtin û li wir min dît bê çawa seriyê niştcihê Tebaqyê bi suçe ku girêdayî rêjîmê çeteyê Ebî Nûr ew jî emîrê ketîbe serê wî jêkir.” Heman dîmen li gel bavê xwe jî dît, dema ku serê sê leşkerên rêjîmê li pêşiya çavên min jêkir. Her wiha bavê min ji mire digot ev tiştekî normale divê ez ji van tiştan netirsim, jiber ku armanaca wî ez fêrî jêkirina seriyan bim. Bavê min sê jinên Êzdî kirîbû û wî yek ji wan jinên Êzdî wekî diyarî da yêkî ji Hesekê.”
Mûeyed bal kişand ser operasyona girtinê û wiha got: “Di dema ku ez diçim Tebqayê da ku serdna dayîk û xweşkên xwe bikim, ez ji hêla istixbaratên Hêzên Sûriya Demokratî ve hatim girtin. Ji wir min radestî bîroya lêpirsînê kirin nêzî du mehan di girtîgeha Tebqayê de û rojekê li Kobanê mam şûnde min guheztin Herêma Cizîrê li navenda Horî kirin.”
Mûeyed diyar kir ku di navenda Horî de guherî û ferî jiyana azad bû û wiha dom kir: “Di vir de rewşa minî derûnî û ramyarî baştire, her wiha ez pir hatim guhertin û ew pêvajoya kuştin û serjêkirin jibîr kir û naxwazim ku vegerim bavê xwe û wê demê. Lê belê ezê vegerim dayîk û xweşkên xwe û ez dixwazim ku bibim lîstikvanê fotbolê.”
armanca civakeke wekhev ava bikin
Rêvebirê navenda Horî Misab Xelaf derbarê bername û çawaniya perwerdê ev tişt anî ziman: “Bernameya sibê ji demjimêra 7 dest pêdike, her wiha navê gityiyan tê girtin û şûnde di 30xuleyan werzîş dikin piş
tre di dem jimra 8 tande taştê dixwin. Her wiha di demjimêra 9 ande jî kesên xwendin û nivîsê nizanin wan hînî nivîs û xwendinê dikin. Musab wiha dom kir sîstem an jî rêxistina wan mîna sîstema dibistanane, zarokên qabilet û tiştên ku ew dixwazin li gorî wan fêrbibin jî heye. Di heman demê de jî pirtûkxaneyek mezin li hola perwerd heye û di her odeyekê de pirtûkxana biçûk heye ku çîrokên zarokan, pirtûkên zanistî û çandî da ku hînî zanistê bin. Her wiha dema tameşekirina televizyonê jî hatiye veqetandin, ku bernameyek taybet ji bo zarokan bi temenê 11 heya 14′ de salî hatiye orgenîzekirin. Ku zarok filmên karton sêrdikin lê yên mezin bernameyên werzîşê û rêzefilmên civakî sêrdikin.”
Xelef tekez kir ku ji bo serdana malabatên wan jî dem hatiye veqetandin û wiha got: “Demên ziyaretê roja Şemiyê ye, her wiha destur heye ku di rojên Sêşem û Çarşemê telefonî malbatên xwe bikin. Xelef bi rîr xist ku hijmara zarokên ku di navendê de70 zarokin û temenê wan ji 11 heya 17 salî ne, Ku piraniya wan bi mlbatên wanre hatin girtin, hind malabtên wan di şerde mirin û gelek zarokên bi vî temenê biçûk di dema ku bi çeteyên DAIŞ’ê re şerdikirin hatin girtin, di hemn demê de hind zarokên ku jibo xwe teqandinê amedekriribûn hatin girtin. Piranî ji herêm derdorin lê hind jî ji dewletên jiderve ne.”
Musab Xelef dazanîn ku zagonên taybet ji bo bûyerên wiha ji hêla dadgehê heye û got: “Cezayê herê giran dema wê 7 salin, û ev hemû jî girêdayî rêbaz û şêwazê danûstandian wî girtiyê ye. Di heman demê de li gorî rêvebir û çavdêr û mamostên wan guhertinek erênî bi hişmendî û rêbazên wan ceza tê kêmkirin.”
Musab b
al kişand ser zehmetiyên navendê û got: “Zehmetiyên ku em dikşînin piranî jî jiber ku temenm wan piçûke, jibo wê jî guhdanek taybet ji ware pêwîste, lê mamoste û çavdêr rewşê kontrol dikin. Her hewldidin ku di wê navendê de ji zarokan re rewşekî malbatî bi afrînin, rastî jî jiber rêbaz û şêwazên rêvebir, çavdêr û mamosteyan bi zarokan re, di demek kurt de ku me texmîn nedikr guhertinek balkêş di hişmendî û danûstandan wan de çêbû.”
Medya XANIM
Werger ji Erebî: Melek DEMÎRTAŞ