Hunermend Ehmed Xanî yek ji dengên resen yên çiyayê kurmênc e. Hunermend Xanî dibêje, “Beriya Şoreşa Rojava me nediwêrî em stranên gelêrî bêjin. Şoreşê her tişt di hundirê me de azad kir. Dengê me azad bû, dilê me azad bû û fikra me azad bû.”
Dengbêjê stranên destan û efsaneyên lehengiya gelê Kurd Ehmed Xanî hewl dide bi riya hunerê kevneşopiya bav û kalên Efrînê biparêze.
Dengbêj Ehmed Xanî ji gundê Keferromê yê girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê ye. Di nava dengbêj û hunermendan de bi dengê xwe yê çiyayî û bi denbêjiya xwe ya resen tê nasîn. Ehmed Xanî 11 albûmên xwe yên stranên folklorîk û kevneşopî tomar kirine.
Ehmed Xanî di 8 saliya xwe de dest bi stranên folklorîk dike û bi dengbêjên kevin ên Efrînê weke Evdê Şehrê, Hesen Nazî bi bandor dibe û beşdarî gelek şahiyên netewî yên weke cejna Newrozê dibe.
Ehmed Xanî yekemîn albûma xwe bi navê “cûreyên folklora kurdî” di sala 2000’an de tomar dike.
Di pêngava şoreşa Rojava de Ehmed Xanî cihê xwe di nava xebatên Desteya Çand û Hunerê ya Efrînê de digire û gelek stranên şoreşgerî û derbarê berxwedana Serdemê ya Efrînê û Kurdistanê de çêdike. Ehmed Xanî niha cihê xwe di rêveberiya Yekîtiya Hunermendên Kurd de digire û li kantona Şehba dimîne.
Ehmed Xanî li rex şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi stran û dengê xwe li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li ber xwe dide. Piştî ku artêşa Tirk êrîşîa xwe li dijî Efrînê da destpêkirin welatiyên gelek gundên nêzî sînor berê xwe dan navenda bajarê Efrînê û Ehmed Xanî li nava van malbatan re digeriya û stranên efsaneyî û destanên Kurdan ji wan re digotin.
Ehmed Xanî di van demên dawî de stranek bi navê “Lêxe YPG’ê Lêxe” derxist û têde berxwedana bav û kalan li dijî dagirkeran bi berxwedana serdemê ve girêdide. Di roja duyemîn a êrîşa Tirkiyê li dijî gundên Meydana ya devera Reco de, Ehmed Xanî klîpek li gundên Meydana de kişand û di bin êrîşa balefiran de dîmenên xwe kişandin.
Ehmed Xanî niha di kampa Serdem de dimîne û bi stranan êşa gelê xwe parve dike.
Dîroka kurdan devkî ye ji ber ku nivîsandina dîrokê qedexe bû
Ehmed Xanî wiha got: “Min stranbêjiya resen a kurdî pejirand da ku ez folklor û kevneşopiya bav û kalan biparêzim ku li ber jibîrkirinê ye”. Ehmed Xanî Kurdistanê di stranên xwe de weke yar bi nav dike û dibêje ku di serdema sîstemên deshilatdar de gotina Kurdistan qedexe bû û ji ber vê yekê piraniya dengbêjan navê Kurdistanê bi navê Yar diguhertin.
Xanî anî ziman ku dîroka Kurdan a devkî ji aliyê hunermend û rewşenbîran ve hatiye parastin û sedema wê jî qedexekirina nivîsandina dîroka kurdî bû û wiha got: “hin ji dîroka nivîskî ya kurdî ji aliyê sîstemên desthilatdar ve hatiye nivîsandin û li borî daxwazên xwe nivîsandine”.
Der barê şoreşa 19’ê Tîrmehê de Ehmed Xanî wiha dibêje: “Şoreşê her tişt di hundirê me de azad kir. Dengê me azad bû, dilê me azad bû û fikra me azad bû. Beriya şoreşê me nediwêrî stranên folklorîk bêjin.”
Xanî soza da ku wê xebatên xwe heta rizgarkirina axa Efrînê berdewam bike û wê stranên xwe der barê êşa welatiyên Efrînê de çêbike.
Dengbêj Ehmed Xanî bang li hunermendên Kurd ên li seranserî cîhan kir ku piştgiriya berxwedana Serdemê ya Efrînê bikin…ANHA