Partiya Sûriya Pêşerojê buroya xwe li bajarê Kobanê bi merasîmekê vekir.
Bi dehan şêniyên Kobanê, Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan, Sekreterê Giştî yê partiyê Hevrîn Xelef, endamên partiyê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Meclisa Malbatên Şehîdan tev li merasîmê bûn.
Rêveberê Partiyê yê Buroya Kobanê Azad Oso vekirina buroyê pîroz kir û got; “Kobanê cîhan ji mezintirîn hêza terorîst parast û ji cîhanê re bûne mînaka berxwedanê.”
Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan jî axivî berxwedana Kobanê silav kir û got, “Kobanê teror têk bir û bi xwe re Minbic û herêmên din azad kir. Wekî Partiya Sûriya Pêşerojê em têkoşîna xwe li herêmê zêde bikin.”
Hevrîn Xelef jî anî ziman ku Kobanê li hemberî terorê bi ser ket û pêşenga pêkanîna projeya Netewa Demokratîk.
Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen jî di merasîmê de axivî û got, “Vekirina buroya Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo me pir girîng e, da ku em bibin dengê gelê li Bakurê a Sûriyê ye.”
Buro ji aliyê dayika şehîd Hogir Kobanê Sedîqa Ehmed Cerade ve hate vekirin.